‘Zimanê me hebûn û nasnameya me ye’

Xwendekar û malbatên xwendekaran destnîşan kir ku divê zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de were misogerkirin û got “Zimanê kurdî hebûn û nasnameya me ye.”

‘Zimanê me hebûn û nasnameya me ye’
16 gulan, 2026   05:55
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Bi boneya 15`ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî û girîngiya zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de were misogerkirin, xwendekarên Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Kobaniyê û malbatên xwendekaran ji ANHA`yê re axivîn.

Xwendekarê Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Kobaniyê Bekir El Ceradê got: “Em ê zimanê xwe fêr bibin û nifşên siberojê jî fêr bikin. Zimanê kurdî zimanekî kevnar e û bi gelek êriş, tunekirin û helandinê re rû bi rû maye.”

Ceradê anî ziman ku di şoreşa Rojava de şoreşa ziman jî dest pê kir û bi sedan mamosteyên ziman hatin perwerdekirin û wiha got: “Ji bo ku Sûriyeyeke adil hebe, divê ziman û nasnameya gelan di nava Sûriyeyê de were naskirin û misogerkirin. Divê di destûra Sûriyeyê de zimanê kurdî were misogerkirin û zimanê kurdî bibe zimanekî neteweyî.”

Bekir El Ceradê 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li cangoriyên azadiyê, li Rêber Abdullah Ocalan, li hemû hezkiriyên zimanê kurdî û li dayik û bavê xwe pîroz kir.

Xwendekarê Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî Cûdî Îbrahîm jî destîşan kir ku dema şoreşa Rojava dest pê kir bi wê re şoreşa ziman jî dest pê kir û wiha got: “Zimanê kurdî yek ji kevintirîn zimanan e ku di nava zimanê kurdî de gelek zarava hene, lê dijmin her tim xwestiye vî zimanî tune bikin.”

Cûdî Îbrahîm da zanîn zimanê kurdî divê di destûra Sûriyeyê de were misogerkirin, ji bo her kes bi zimanê dayikê fêr bibe û got: “Zimanê kurdî hebûn û nasnameya me ye, divê ev ziman di destûra Sûriyeyê de were naskirin û misogerkirin.”

Dayika bi navê Cîhan Bozan diyar kir ku zimanê kurdî nasnameya gelê Kurd e, bila di destûra Sûriyeyê de were naskirin û misogerkirin û wiha got: "Çi dibe bila bibe, em tu carî ji zimanê xwe qut nabin. Ji ber Zimanê me kesayeta me îfade dike û gelê Kurdî di îsbat dike. Vaye di destpêka şoreşa Rojava û heta niha zarokên me bi zimanê xwe di dibistanan de dixwînin, ji îro pê ve zarokên em nikarin bi zimanê erebî bixwîn. Ji ber ku êdî wan zimanê kurdî ji xwe re bingeh girtiye."

Xwendekarê Zanîngeha Kobaniyê Serbest Bozan jî da zanîn ku zimanê kurdî ji wan her tişt e û got: "Hikumeta demkî, wekî rejîma Baasê dixwaze zimanê Kurdî qedexe bike û ji holê rake, lê çi dibe bila bibe, em ê bi zimanê xwe bixwînin û tu carî em dest ji zimanê xwe bernadin. Divê hikumeta demkî jî zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de misoger bike.”

ANHA