Gerînendeyê Perwerdê yê Hesekê: Entegrekirina perwerdeyê di qonaxa dawîn de ye

Gerînendeyê Perwerde û Fêrkirinê yê Hesekê Ednan Berî diyar kir ku proseya entegrekirina beşa perwerdê li ser baskên îdarî û fêrkirinê bi rê ve diçe. Berî got gerînendetî bûye referansa yekane li parêzgehê û entegrekirina rêveberiyên perwerdê ber bi dawîbûnê ve ye.

Gerînendeyê Perwerdê yê Hesekê: Entegrekirina perwerdeyê di qonaxa dawîn de ye
16 gulan, 2026   03:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî Peymana 29ˊê Çileyê ku derî li pêş entegrasyona saziyên perwerdeyê di çarçoveya îdarî ya yekgirtî de vekir, qonaxeke girîng dest pê kir.

Li gel van veguherînan, hemwextî 15ˊê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, pirsên têkildarî çarenûsa rewşa zimanên dayikê, materyalên cihêreng, naskirina bawernameyan, tesbîtkirina xebatkaran di proseya perwerdeyê de zêde dibin.

Ji bo zelalkirina rêveçûna perwerde û fêrkirinê ku gihaştiye ku derê, hevalê me Ehmed Mihemed hevpeyvîneke taybet bi Gerînendeyê Perwerde û Fêrkirinê yê Hesekê Ednan Berî re kir.

Dosyeya entegrekirina Gerînendetiya Perwerdeyê ya Hesekê di nav Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê de, di çarçoveya peymana 29'ê Çileyê de, niha gihîştiye kîjan qonaxê?

Di beşa perwerde û fêrkirinê de mekanîzmaya entegrasyonê li gorî 2 baskan e; baskê yekemîn girêdayî forma materyalê û zimanê wê ye, baskê din jî yê îdarî ya saziyên perwerdeyê di Gerînendetiya Perwerdeyê ya sazûmaniya Wezareta Perwerdeyê de ye. Me qonaxa destpêkê di aliyê îdarî de ya entegrekirina Desteya Perwerde û Fêrkirinê di Gerînendetiya Perwerde û Fêkirinê de dest pê kir.

Qonaxa yekemîn bi awayekî baş û erênî bi dawî bû. Tevahî xebatkarên di sazûmaniya Desteya Perwerde û Fêrkirinê de li kêleka xebatkarên Gerînendetiya Perwerdeyê niha xebatên xwe wekî berê dimeşînin.

Qonaxa duyemîn jî ya ji aliyê îdarî ve entegrekirina rêveberiyên perwerdeyê bûn. Me gelek rêveberî entegre kirin. Me dest bi rêveberiyên li herêma başûrê Hesekê jî kir. Entegrekirina wan rêveberiyan bi dawî bû û mûçeyên wan jî hatin dayîn.

Lê xebatên li ser entegrekirina rêveberiyên din jî tên kirin, dê heta dawiya sala xwendinê ya îsal tevahî rêveberî, li gorî sazûmaniya îdarî ya nû entegre bibin. Tê zanîn ku xebitîna li ser sazûmaniya rêveberî û Gerînendetiya Perwerdeyê bi formeke nû hat kirin, ne wekî sazûmaniya berê ne jî wekî sazûmaniya Desteya Perwerde û Fêrkirinê.

Piştî bidawîbûna entegrekirina rêveberiyên perwerdeyê, em ê dest bi qonaxa dawîn a aliyê îdarî ve bikin. Ew jî entegrekirina mamosteyan di dibistanan de ye. Ji ber ku di her dibistanekê de mamosteyên girêdayî Rêveberiya Xweser û mamosteyên girêdayî Wezareta Perwerdeyê hene.

Dê mamoste piştî dawiya sala xwendinê werin entegrekirin, bi vî awayî aliyê îdarî yê pêvajoya entegrekirinê bi dawî dibe. Lê pêvajoya bichkirina mamosteyan di nav dibistanan de jî dibe sedema zehmetiyan, ji ber ku ew hewce dike ku derbasî qonaxa din a entegrekirinê bibe; ew jî forma materyalan e. Li gorî avakirina forma materyalê dê mamoste werin bicihkirin.

Bo nimûne, di dibistanekê de 4 an 5 mamosteyên Wezareta Perwerdeyê hene û bi qasî wê jî yên Desteya Perwerdê hene. Bi wê re hejmara li dibistanê zêde dibe.

Wê ev zêdebûna hejmara mamosteyan jî li gorî materyalên li tevahî herêmê were belavkirin. Tê zanîn ku piştî entegreyê hejmar gihaştiye nêzî 33 hezaran.

Li gel vê entegrasyonê, gelo niha ji bo Gerînendetiya Perwerdeyê ya Parêzgeha Hesekê sazûmaniyeke îdarî ya yekgirtî heye yan hîna di îdare û desthilatdariyan de dualîtî heye?

Heta îro, nûnerê fermî yê Perwerde û Fêrkirinê li ser asta parêzgehê Gerînendetiya Perwerde û Fêrkirinê ye, tu saziyeke din a hevaheng ji wê re li Hesekê nîn e. Lê proseya entegrasyonê girêdayî forma materyalan e. Di dema pêş de, piştî zelalbûna forma materyalan dê tu avahiyên rêveberiyê nîn bin.

Heta niha hin rêveberî hene ku entegreya wan bi dawî nebûye, piştî bidawîbûna entegrekirina wan, ew ê bikevin nav Gerînendetiya Perwerde û Fêrkirinê.

Nêzîkatiya niha ya ji bo dan û standina bi rastiya perwerdeyê ya cihêreng a li parêzgehê re ku tê de materyalên xwendinê yên Rêveberiya Xweser û yên hikumeta berê, dibistanên dêran û materyalên rêxistinên navneteweyî hebûn, çawa ye?

Li ser asta Sûriyeyê gelek materyal dihatin xwendin, bi taybet li herêmên rojhilat û bakur. Materyalên Wezareta Perwerdeyê, materyalên UNICEFˊê, materyalên Rêveberiya Xweser û materyalên meclisên xwecih hebûn.

Ev hemû materyal îsal tên xwendin, heta ku materyalên Sûriyeyê yên pejirandî werin amadekirin. Tê zanîn ku materyalên heyî yên berê ne.

Di sala xwendinê ya bê de, dê materyaleke Sûriyeyê ya yekgirtî li asta Sûriyeyê were dayîn. Lê ji bo taybetmendiya hin herêman wekî çawa di bendên Peymana 29ˊê Çileyê de hatiye, niha xebat li ser tê kirin. Pêkan e ev materyal îsal û sala bê werin xwendin.

Di rewşa veguhastina bo materyaleke yekgirtî de, mekanîzmaya çaverêkirî ji bo pêkanîna wê ya gav bi gav bêyî ku bandorê li pêşveçûna pêvajoya perwerdeyê bike çi ye?

Di çend rojên bê de wê mekanîzmaya xebatê ya materyalan, forma wan û mekanîzmaya veguhastin dê çawa be, were zelalkirin.

Dê mekanîzma hêsan û sade be, lê ji bo materyalên bi zimanê erebî dê yek materyal be. Anku xwendekarên pêkhateya Ereb dê materyalên Sûriyeyê ya yekgirtî bixwînin.

Lê pêkhateyên din, wekî pêkhateya Kurd, dê forma materyalan û çawa be, dê li gorî forma pejirandî be.

Çarenûsa xwendekarên ku di salên borî de li gorî materyalên xwendinê yên cuda xwendine dê çi be û bawernameyên wan dê ji hêla nasandin û wekheviyê ve çawa bên çareserkirin?

Ev mijar girêdayî komîteyên dan û standinê ye û mijarekî serweriyê ye. Em wek saziya perwerdeyê di parêzgehê de dibînin ku ev dosya girêdayî wan komîteyên dan û standinê ye ku li ser mijara nasandina bawernameyan an jî erêkirin an pejirandina wan dixebitin. Ev hemû jî li ser milê komîteyên dan û standinê dimîne.

Di Wezareta Perwerde û Fêrkirinê de atmosfêr pir erênî ye, têgihaştinek mezin li ser vê mijarê heye û xebat li ser gavên mezin tên avêtin.

Tevahî xwendekarên li Sûriyeyê û malbatên wan di salên şoreşê de êş û zehmetî kişandine. Ji lew re wezaret tê digihêje vê yekê û çarenûsa wan xwendekaran wê neyê windakirin an jî nenaskirin.

Amadekariyên we ji bo ezmûnan li parêzgeha Hesekê çi ne û ev pêvajo dê çawa pêk were? Par me hevkariyeke hevbeş di navbera Rêveberiya Xweser û hikumetê de dît. Îsal pêvajoya ezmûnan dê çawa were meşandin?

Têkildarî ezmûnan, par dem pir kurt bû û astengiyên mezin hebûn. Lê îsal, me tevahî navendên ezmûnan li ser asta parêzgehê amade kirine û dê xebat li gelek herêman bê kirin.

Par, ezmûn tenê li Hesekê û Qamişloyê bûn, lê îsal dê li Hesekê, Qamişlo, Şedadê, Til Koçer, Dêrik û Serêkaniyê, anku li 6 herêman bin.

Lê ezmûnên amadehî dê li Hesekê, Qamişlo, Şedadê û Serêkaniyê, anku li 4 herêman bin.

Her wiha dê li Hesekê û Qamişloyê jî ezmûnên Wezareta Perwerdeyê, ezmûnên materyalên Rêveberiya Xweser di bin çavdêriya Wezareta Perwerdeyê de werin kirin. Bi giştî amadekariyên proseya ezmûnan pir baş in.

Em werin ser mijara mamoste û yên ku li gorî materyalên xwendinê yên cuda di nav saziyên perwerdeyê de bûn. Rêveberî dê çawa bi van mamoste û kesên di nav wan saziyan de dixebitin re mijûl bibe?

Der barê xebatkarên beşa perwerdeyê de bi taybet ên ku di Desteya Perwerdê ya Rêveberiya Xweser de dixebitîn dê li gorî peymanê be, tu mamoste yan jî xebatkar li derveyî vê beşê namînin.

Li gorî qanûn û rêxistinên hatine pejirandin pîvan hene. Wê her mamoste li gorî bawername, pisporî û xebata xwe ya di salên borî de kar bike. Lê di encamê de tu kes ji proseya entegreyê weke propagandaya wê bi rêya medyaya dîjîtal tê kirin nayê bidûrxistin.

Der barê zimanên dayikê de, gelo li wezaretê yan li Gerînendetiya Perwerdeyê ya Hesekê nîqaşek li ser pejirandina materyalên xwendinê yên temam bi zimanên dayikê heye, yan jî dê ders hebin ji bo hînkirina zimanên dayikê li gorî erdnîgariyê yan rêjeya piraniyê?

Me di destpêkê de jî got, proseya entegrasyonê li gorî 2 baskan e. Baskê materyalan jî hîna di nîqaşê de ye, heta ku mekanîzmayeke materyalan û ziman tê zelalkirin û zimanê materyalan dê çawa be.

Ferman an jî merasûmek têkildarî zimanê kurdî derket. Lê encamên li ser hatine lihevkirin hîna derneketine. Di demeke nêzîk de dê derkevin û dê diyar bibe ku mekanîzmaya zimanê materyalan çawa be.

Têkildarî perwerde û fêrkirinê hûn qonaxa entegrasyonê bi awayekî kurt çawa dikarin wesif bikin? Gelo di kîjan qonaxê de ye, demek ji bo wê heye?

Entegrekirina beşa perwerde û fêrkirinê ji aliyê îdarî ve di qonaxa dawîn de ye. Di çend rojên pêş de em ê aliyê îdarî bi dawî bikin, lê aliyê xwendin û perwerdeyê dimîne.

Sala xwendinê ya niha bi dawî dibe, bi destpêka sala xwendinê ya nû re dê saziya perwerdeyê bi giştî entegre bibin û dê xebat li gorî lihevkirina hatiye kirin be.

Li parêzgeha Hesekê nîqaş li ser guhertina navên dibistanan hene. Ev agahî çi qas rast e û dê çi rêbaz bên şopandin?

Der barê navlêkirina dibistanan de hin tevlihevî di vê mijarê de hene. Hin dibistanan li gorî taybetmendiya pêkhateyên li wan erdnîgariyê dijîn berçav nehatine girtin û hin jî ne bi navên xelkê herêmê ne.

Ji ber vê yekê, navlêkirina dibistanan dê li gorî navên rewşenbîr û pêşengên herêmê bin, ji ber ku dibistan saziyên perwerdeyê ne.

Bo nimûne, me navên hin dibistanên li Hesekê danîn, wekî Dibistana Newroz, Dibistana Gulbihar û Dibistana Xanî. Berê, rejîm ji van hûrgiliyan fêm nedikir û tenê navên alîgirên Baasê bi kar dianîn.

Ji lew re, ev alî dê were berçavgirtin û navên pêşengên ji hemû pêkhateyan dê di navlêkirina dibistanan de werin pejirandin. Ji ber ku dê di navlêkirina hin dibistanan de guhertinek çêbibe bi awayekî ku çanda civaka bi hev re li parêzgehê dijîn li ber çavan bigire.

Li Hesekê li pêşiya entegrasyona beşa perwerdeyê çi astengî hene?

Proseyên entegrasyonê berdewam in û beşa perwerdeyê ji beşên herî pêşketî di proseya entegrasyonê de ye û di qonaxa xwe ya dawîn de ye.

Zehmetî ew in ku binesazî ne baş in û forma materyalan hîna zelal nebûye. Em bi hêvî ne ji aliyên eleqedar ve were zelalkirin heta bi giştî were entegrekirin.

Astengiyên mezin tune ne, lê dijwarî hene wekî dubarekirin û pirbûna materyalan xwendinê, ku dibin asteng.

Atmosfer pir erênî ye û tu astengî tune ne. Hemû alî hevkariyê dikin, çi mamoste, çi rêvebir, çi jî rayedarên peywendîdar.

Hejmara dibistanên li parêzgeha Hesekê ji 2 hezarî derbas dibe. Ev hejmareke zêde ye. Hin ji van dibistanan ji hêla rejîma Baas ve wekî saziyên sivîl an leşkerî dihatin bikaranîn.

Di pêla koçberiyê ya dawîn de, em di amadekirina hin navendan de li Qamişloyê rastî zehmetiyên mezin hatin. Ji ber ku dema dibistan dibe navendeke koçberiyê danasîna dibistanekê diguhere û demekê divê heta ku wek dibistan were xebitandin. Ev jî yek ji wan zehmetiyan e û em hêvî dikin ku koçber vegerin malên xwe da ku zarok bikaribin vegerin ser maseyên xwe yên dibistanê û sala xwe ya xwendinê biqedînin.

Gelo Gerînendetiya Perwerdeyê xwedî mekanîzmayekê ye ku beşên civakê tev li pêvajoya entegrasyonê bike ye yan jî wan li ser materyalan û pêşketinên di dosyaya mamoste, dibistan û ezmûnan de agahdar bike?

Di rojên pêş de wê her xebatên li gorî proseya entegrasyonê û mekanîzmaya perwerdeyê li parêzgeha Hesekê pêk hatine û pêk tên bi rêya kanalên taybet û medyaya dîjîtal werin parvekirin û dê civak ji tevahî mekanîzmaya perwerdeyê ya parêzgehê agahdar be.

Peyameke we ya dawîn heye?

Perwerde ne wekî saziyên din e û em mamoste, kesên dilsoz û welatparêzan teşwîq dikin ku beşdarî afirandina hawîrdoreke erênî bibin da ku her kes bikare bi destpêkeke nû vegere pêvajoya perwerdeyê.

Bi hev re em dikarin hemû astengiyên ku em di salên dawî de pê re rû bi rû mane, derbas bikin.

(fr)

ANHA