Mala koçberekî ji Serêkaniyê kirine gom

Koçberekî ji Serêkaniyê diyar kir mala wî kirine goma pez û daxwaz kir mal û milkên wî lê vegerînin.

Mala koçberekî ji Serêkaniyê kirine gom
Mala koçberekî ji Serêkaniyê kirine gom
Mala koçberekî ji Serêkaniyê kirine gom
Mala koçberekî ji Serêkaniyê kirine gom
18 hezîran, 2026   07:13
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Koçberê bi navê Ebû Îbrahîm ev bûye zêdetirî 6 salan koçber e. Piştî Peymana 29`ê Çileyê, berî 3 mehan  diçe gundê xwe El Cemîliyê yê Serêkaniyê. Ebû Îbrahîm diçe gundê xwe da ku mal û milkên xwe vegerîne lê mala wî di destê niştecihan de ye û gundê wan di bin serweriya komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk de ne.

Ebû Îbrahîm dema ku cara dawîn serdana gundê xwe dike, dîmenên mala xwe dikişîne. Niştecihan mala wî wêran kiriye û kiriye goma pez. Ew gelekî ji vê yekê aciz bûye û dibêje heyanî ku niştecih di mala wî de bin û komên çekdar ên dewleta Tirk li gundê wan bin, ew venagere.

MALA WÎ DI DESTÊ YEKÎ IDLIBÎ DE YE

Ebû Îbrahîm ji bo rewşa mala xwe wiha got: “Dema ez çûm serdana gundê xwe, niştecihan ji min re got ev bûye zêdetirî salekê me ev mal ji komên çekdar kirê kiriye. Ez çûm cem fermandarê koma çekdar ê mala min di destê wî de ye, min dît xortekî 25 salî ye, çend çekdar pê re ne û ew ji bajarê Sermeda yê Idlibê ye. Min jê xwest erdê min bide û mala min vala bike, wî ji min re got tu yê ji sedî 5 berhema demsala çinînê wek zekata erd bidî min.”

Bi hezaran koçberên Serêkaniyê li bendê ne ku vegerin warê xwe. Komên çekdar û niştecih ji malên wan dernakevin û erdên wan li wan venagerînin.

(np)

ANHA