Cotkarên Rojava bi geşbînî dest bi çinîna nokan kir

Bi nêzîkbûna demsala çinînê re, cotkarên li Rojava geşbîn in ku berhema nokan ji salên berê baştir be.

Cotkarên Rojava bi geşbînî dest bi çinîna nokan kir
Cotkarên Rojava bi geşbînî dest bi çinîna nokan kir
Cotkarên Rojava bi geşbînî dest bi çinîna nokan kir
Cotkarên Rojava bi geşbînî dest bi çinîna nokan kir
Cotkarên Rojava bi geşbînî dest bi çinîna nokan kir
Cotkarên Rojava bi geşbînî dest bi çinîna nokan kir
Cotkarên Rojava bi geşbînî dest bi çinîna nokan kir
Cotkarên Rojava bi geşbînî dest bi çinîna nokan kir
18 hezîran, 2026   04:57
QAMIŞLO
ROHAT XELAF

Çandina nokan yek ji çandinên sereke û girîng e li Rojava, ji ber ku ev berhem pir li bazarê tê xwestin, hem jî ji ber hêsaniya firotanê li gorî berhemên din.

Çandina nokan li Rojava bi piranî bi baranê ve girêdayî ye, ji ber ku di pêvajoya mezinbûnê de hewceyî avdana zêde ye.

Li herêmên Rojava du cureyên nokan tên çandin; ên zivistanê û yên biharê, her yek di dema çandinê û rêbaza berhevkirinê de ji hev cuda ne.

Cotkarê bin navê Xalid Eto ji gundê Sêgira yê Girkê Legê, got ku wî îsal nêzîkî 50 donim nok çandine û destnîşan kir ku çandiniya nokan îsal ji hemû salên berê baştir bû.

Eto wiha dewam kir: "Di çend salên borî de hişkesaliyê rasterast bandor li ser çandiniyan kirin û bû sedema kêmbûna beremê. Lêbelê, barana zêde ya îsal li ba cotkaran hêviyek mezin çêkir.”

Berhema çinîna nokan li gorî baranê, celebê axê, lênêrîna çandiniyê tê guhertin. Bi giştî, berhema her donimê di demsalên baş de di navbera 100 û 250 kîlograman de ye, lê di dema hişkesaliyê de an jî dema ku nexweşî û kêzik bikevin zeviyan, berhemdarî kêm dibe.

Bi nêzîkbûna demsala çinînê re, cotkar li benda bihayên nokan in, bi hêviya ku bihayê vê demsalê baş be û bandorek erênî li ser rewşa aborî ya cotkaran bike.

Buhayê toneke nokan îsal di navbera 700 û 800 dolarî de ye, li gorî kalîte û mezinahiya liba nokê.

(k)

ANHA