`Lihevhatinên` hikumeta Şamê û ewlehiya neteweyî ya Kendavê rojeva rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî cih dan "lihevhatinên" hikumeta Şamê, ewlehiya neteweyî ya Kendavê û kar û barên Lîbyayê.

`Lihevhatinên` hikumeta Şamê û ewlehiya neteweyî ya Kendavê rojeva rojnameyên erebî ne
9 tebax 2024   10:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Erebî El Cedîd têkildarî kar û barên Sûriyeyê nûçeyek bi sernavê "Rejîma Sûriyeyê ji bo ku çareseriya siyasî pêk neyê siyasetên lihevhatinan didomîne" weşand. Di nûçeyê de hate diyarkirin ku hikumeta Şamê hîna siyasetên "lihevhatinan" didomîne ku vê dawiyê li Quneytîrayê daye destpêkirin.

Rojnameyê ku agahiyên xwe spartin çavdêran, "lihevhatinên" ku reklem jê re tê kirin, hikumeta Şamê dixwaze wisa nîşan bide ku ew dixwaze pirsgirêkên ewlehiyê çareser bike. Lê hejmara kesên neçûne leşkertiya neçarî bi hezaran e û tenê bi dehan tev li "lihevhatinan dibin. Yanî ev siyaset binkeftî ye.

Rojnameyê lihevhatinên li Quneytîrayê bi "stasyoneke din a lihevhatinan" wesifand ku rejîma Sûriyeyê beriya çend salan dest pê kiriye û dixwaze wisa nîşan bide ku bi ser ketiye û bi van lihevhatinan, ji muxalifên xwe ewlehiyê peyda bike.

Lihevhatin, wek hewldaneke hikumeta Şamê ji bo ku çareseriya siyasî li gorî biryara bi hejmar 2254 pêk neyê, tê nirxandin.

`DEWLETÊN KENDAVÊ EWLEHIYA NETEWEYÎ YA LI DERVEYÎ SÎNORÊN XWE YÊN BEJAHÎ JI NÛ VE ŞÎROVE DIKIN`

Rojnameya El Ereb El Londoniye diyar kir ku şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de, hişt ku Meclisa Hevkariyê ya Kendavê, pênasekirina ewlehiya neteweyî ji nû ve saz bike.

Ruxmî lihevhatina Îran û dewletên Kendavê piştî lihevkirina lihevhatinê ya di navbera Îran û Siûdiye de, êrişa Îranê li ser Îsraîlê, dewletên Kendavê bi fikar kir.

Rojnameyê ku agahiyên xwe spartin lêkolîneran, Îranê operasyona li dijî Îsraîlê ji cîranên xwe yên li Kendavê re şîrove kiribû, lê dîsa jî van dewletan ji nû ve girtekên ewlehiyê di ber çavan re derbas kirin.

Rojnameyê destnîşan kir ku li gel rastiya ewlehiyê ya pêşketî, dema mijar girêdayî parastina ji gefên muhtemel be êdî dabînkirina sînorên herêmî têrê nake ji ber ku ewlehiya neteweyî, girtina tedbîrên din pêwîst dike.

GELO NAKOKIYA LI SER SEROKATIYA DEWLETÊ DÊ RÊ LI PÊŞIYA PARÇEKIRINA LÎBYAYÊ BIKE?

Rojnameya Şerq El Ewsat balkişand ser nakokiya li ser encamên hilbijartina serokê a Dewletê ya Lîbyayê û diyar kir ku metirsî hene ku di encamê de welat parçe bibe û dê bandor li çareseriya siyasî bike.

Li gorî siyasetmedar û çavdêran, madem nakokî dirêj kir, dê mecils parçe bibe û ev tê wê wateyê ku aliyek hevkêşeya siyasî winda bike.

Rojnameyê ku agahiyên xwe ji endamê Meclisa Bilind a Lîbyayê Ehmed Boubrik wergirtiye, destnîşan kir ku neçareserkirina vê pirsgirêkê dê bihêle Parlamento bi tena serê xwe hikumeteke nû ava bike. Boubrik ragihand ku parlamentoyê bi rastî dest bi gava yekemîn a di vî warî de kiriye û beyî koordîneya bi blokan re, deriyê namzetiya serokatiya hikumetê vekiriye.

Li gorî Boubrik "avakirina hikumeta nû bi vî halî, dê ji hêla gelek aliyan ve bê redkirin û teqez di aliyê navneteweyî de neyê naskirin mîna hikumeta Hemmad.

(şx)