Bicihkirina saetan berdewam e
Desteya Enerjiyê di çarçoveya başkirina bikaranîna kehrebeyê de 12 hezar saetên kehrebeyê bi cih kirin.
Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo rê li pêşiya xerckirina zêde ya kehrebeyê bigire, dest bi bicihkirina saetên elektronîk kir.
Saetên elektronîk, dayîn û xerckirina kehrebeyê bi rêxistin dikin û bi rêya kartan tên tijîkirin.
Desteyê, beriya 2 salan dest bi bicihkirina van seatan li bajarê Cirniye yê kantona Tebqayê kir. Dema bi ser ket jî, ragihand ku dê li kantonên din jî seatan bi cih bike. Niha xebatên wê li kantonên Tebqa, Reqa, Minbic û Firatê berdewam in û heta niha 12 hezar saet li kantonên navborî hatine bicihkirin.
Li gorî hevseroka Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser Emel Xezîm çaverê ye ku Tebaxê dest bi vê projeyê li kantona Cizîrê bike.
Emel Xezîm aşkera kir ku ew dixwaze rê li pêşiya xerckirina zêde ya kehrebeyê bigirin, ji ber ku di encama kêmkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve, derxistina kehrebeyê ji bendavan heta 150 megawatan kêm bûye.
Emel diyar kir ku saet, dihêlin şênî bi rêbazeke rast kehrebeyê xerc bikin û got: "Buhayê her kîlowatekê 10 cent e. Dikarin ji navendên kehrebeyê kartên saetan bikirin. Du cureyên kartan hene, yek ji bo malan e û ya din tîcarî ye, ji bo dikanan û kargehan e.
Emel da zanîn ku lêçûna projeyê 10 milyon û 700 hezar dolar e, Rêveberiya Xweser û şîrketeke çînî ya saetan, proje fînanse kiriye. Buhaya saetan jî 22 dolar e, dê dûre bi rêjeya ji sedî 10 li çend beşan ji aboneyan bê birîn.
Emel destnîşan kir ku proje dê li tevahî kantonan pêk were û dê saetên dayîna kehrebeyê jî rojê zêdetirî 14 saetan be û heta niha ji sedî 5`ê projeyê xilas bûye û hîna berdewam e.
(şx)
ANHA