ji Milîsên Azadiya Kurdistanê silavkirina 15’ê Tebaxê

Mîlîsên Azadiya Kurdistanê (MAK), ragihand ku li navçeya Gever a Colemêrg û navçeya Rezan a Amedê yên bakûrê Kurdstanê bi armanca silavkirina Pêngava 15'ê Tebaxê derketin qadan û bi fîşekên hewayî pêngavê pîroz kirin.

ji Milîsên Azadiya Kurdistanê silavkirina 15’ê Tebaxê
9 tebax 2024   13:45
NAVENDA NÛÇEYAN         

Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) daxuyaniyeke nivîskî weşand û têkildarê çalakiyên xwe agahî dan di daxuyaniya xwe da diyarkir ku milîsên wan di di 6'ê Tebaxê saet derdora 22.30'an de ji bo silavkirina pêngava gerîla ya 15'ê Tebaxê, li Taxa Kişla a Kevin a Geverê daketin qadan. Milîsên me demeke dirêj bi berzkirina dirûşmeyan û bi teqandina fîşekên hewayî roja vejînê ya 15'ê Tebaxê û berxwedana gerîla silav kirin.”

MAK’ê diyar kir ku milîsên wan, di 9’ê Tebaxê dora saet 01.00’an de li semta Yenîhal a navçeya Rezan a Amedê, bi armanca silavkirina pêngava 15’ê Tebaxê çalakî lidar xistine û wiha domand, “Milîsên me dirûşme berzkirin û bang li gel kirin ku xwedî li berxwedana gerîla derkevin. Milîsên me bi fîşekên hewayî ev serketina dîrokî ya gerîla silav kirin.”

MAK’ê di dawiyê de da xuyakirin ku ew bi van çalakiyan pêngava gerîla ya 15’ê Tebaxê silav dikin û bang li gelê welatparêz ên Kurdistanê hat kirin ku li dora berxwedana Îmraliyê bibin yek û ev tişt hate gotin, “Divê tevahiya gelê me zanibe ku, ruhê berxwedan û têkoşînê yê 15'ê Tebaxê wê me bigihîne serketin û azadiyê. Ciwanên leheng ên Kurdistanê, werin em bi ruhê 15'ê Tebaxê li dijî dagirkeran li ber xwe bidin û azadiyê bi ser bixînin."