Ji Rêvberiya Xweser banga lezgîn ji bo koçberin Şengalê 

Bi hezaran Êzidiyên koçberên li kampa Dihokê, çadirên xwe berdane û berê xwe didin Şengalê. Rêveberiya Xweser ya Şengalê ji bo parastina civaka Êzidî, bangli hêzên ewlekariyê yên Iraqê kir daku mûdaxeleyî rewşê bikin.

Ji Rêvberiya Xweser banga lezgîn ji bo koçberin Şengalê 
9 tebax 2024   15:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî daxuyaniya berpirsê PDK’ê yê li Şengalê Qasim Şeşo ku bê rêzî li pêxemberê îslamê kiriye, tê gotin hinek melayên li Behdînanê gef li Êzidiyên di nav kampên Dihokê de xwarine.

Li gorî agahiyan her ku diçe rewşa li wan herêman aloz dibe, ji ber van gef û gefên êrişkirina ser kampan, koçberên Êzidî yên li kampên Çemmişîko ya li Zaxo û kampên din yên Şengalê, kampên xwe berdidin û ber bi Şengalê direvin.

Rêveberiya Xweser ya Şengalê bi daxuyaniyekê bangek lezgîn li hêzên ewlekariyê yên Iraqê kir ku destwerdana li rewşê bike, ji ber ku rewşa civaka Êzidî ya di kampan de xetere. Rêveberiyê bang li hemû koçberên di nav wargehan de kir, ku berê xwe bidin Şengalê.

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser wihaye:

“Di van rojên dawî de civaka Êzidî li Iraqê bi temamî û bi taybet li Herêma Kırdistanê rastî xeteriyê tên, ji ber hin agahiyên ne rast îro civaka Êzidî ji aliyê melayên Herêma Kurdistanê ve rastî êrişan tên û ev yek ji nakeve xizmeta civakan de û wê ev yek nava gelan û pêkve jiyanî xirab bike.

Ev êriş û gote got tevahî Kurdan temsil nakin, lê belê bi zanebûn têne kirin ji aliyê hin kes, partiyan ve têne kirin û ev yek jî xeteriyê dixe nava civakan û wê biratiya gelan xirab bike. Em weka Rêveberiya Xweser a Şengalê bi hemû gel û civakan re dibin alîkar heya ku gel û netew karibin bi awayek aştiyane li ser axa xxwe jiyan bikin.

Di roja me ya îro de em di bînin ku gelê me di kampên başûr de din ava fetisînekê de ji aliyê PDK’ê ve jiyan dikin, mirovan dixe nava gûmanan de ku wê çeteyên DAIŞ’ê û fikira wan carek din êrişî gelê me yên li kampan bike, ev rewşa ku niha gel têre derbas dibe, pêwistî bi mudexelak cidî heye ya ji aliyê Hikumeta  Iraqê ve heye ku erkê parastina wan bide ser milê xwe, yan jî ji bo wan jiyan aramek bi afirîne ku vegerin ser cih û warên xwe

Em weka Rêveberiya Xweser a Şengalê bang li hikûmeta Iraqê dikin ku hemû tedbîrên pêwist bigre li hember vê bê rêziya li Êzdiyan û ola Êzdiyan tê kirin û her kesê ku destê wan di van tiştan de hebe were diyarkirin.

Her wisa em dîsa bang dikin û dibêjin, bila deriyê Pêşabîrê li hember civaka me vekin û gel vegere ser cih û warên xwe.

Me weke Rêveberiya Xweser bi dehan car bang li civaka xwe kiribû ku vegerin ser cih û warên xwe, em carek din jî heman banga xwe dikin ku vegerin ser cih û warên xwe. Em careka din dibêjin her tişta ku gelê me rastî were wê hikûmeta Iraqê berpirstiyariya wê rake û di berde berpirsiyar be.”

Li gorî agahiyan di van kêliyan de rayedarên PDK’ê li nava kempên koçberan yên Êzidî digerin û daxwaz ji wan dikin ku venegerin Şengalê.

Her wiha li gor çavkaniyên ji nava gel, pêşmergeyên PDK li seytereya Pêşxabûr rê liber vegera gel digire û bi hezaran kes livir asê mane.