Li dijî komkujiya hêzên Şamê bertekên gel û bangên hevgirtinê

Rûspî, şêx û saziyên sivîl ên kantona Dêrazorê komkujiya ku hêzên hikumeta Şamê û Dîfa El Wetenî li dijî zarok û jinan li gundewarê kantonê pêk anîne şermezar kirin.

Li dijî komkujiya hêzên Şamê bertekên gel û bangên hevgirtinê
9 tebax 2024   17:44
DÊRAZOR

Rûspî, xelk û saziyên sivîl ên kantona Dêrazorê li pêş Çerxerêya El Hîsan a rojavayê Dêrazorê kombûnek li dar xist. Di wê kombûnê de xelk û rûspiyên herêmê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, nûnerên ji saziyên sivîl û leşkerî beşdar bûn.

Li wir 2 daxuyanî hatin xwendin. Bi navê Kombûna Jinan a Zenûbiya endama rêveber a Mala Jinan a Seher El Mistefa û li ser navê rûspî û xelkê herêmê rûspî Mihemed El Beşîr daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniya Kombûna Jinan a Zenûbiya de êrişên hêzên hikumeta Şamê hatin şermezarkirin. Hêzên Şamê komkujiyek pêk anî ku 11 kes di nav de zarok û jinan qetil kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin Kombûna Jinan a Zenûbiya û tevahî jinên Dêrazorê êrişên li dijî sivîl û hêzên leşkerî şermezar dikin.

Her wiha di daxuyaniyê de bang li jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevahî jinên sûriyeyî û tevgerên jinan hat kirin ku yek bin û têkoşîna xwe xurt bikin, li kêlek hêzên leşkerî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li dijî van xeteriyan bisekinin.

Her wiha di daxuyaniya rûspî û xelkê herêmê de hat gotin ew xelkê Dêrazorê bi tevahî pêkhate û eşîrên xwe tiştên ku rejîm û milîsên wê ji komkujiyên li dijî jin û zarokan pêk tînin, red û şermezar dikin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin armanc ji van komkujiyan ewlehî û îstîqrar bên têkbirin, bêîstîqrarî çêbe û pêkhate werin derbekirin. Komkujiya Dehle jî ku qurbaniyên wê jin û zarok bûn, nîşaneya van sûcan in.

(fr)

ANHA