Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdanêk nû kirin

Malbat û parezerên Reber Abdullah Ocalan, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya Îmraliyê dan.

Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdanêk nû kirin
9 tebax 2024   12:19
NAVENDA NÛÇEAYN

Birayê Rêber Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlum Dînç ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Îmraliyê dan. Her wiha birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn jî ji bo hevdîtinên serî li serdozgerî û midûriyeta îmraliyê dan.

 DI DU SALAN DE HERÎ KÊM 7 CEZAYÊN ‘DISIPLÎNÊ’ HATIN BIRÎN

 Mafê hevdîtinê yê Rêber Abdullah Ocalan ê bi malbat û parêzeran re bi hincetên “cezayên disiplînê” tên astengkirin. Di navbera salên 2021-2024’yan de her yek jê ji bo 3 mehan herî kêm 7 cezayên disiplînê li Abdullah Ocalan û girtiyên din hatin birîn û mafê wan ê hevdîtinê hate astengkirin. Sedema van cezayên dîsiplînê û nimreyên dosyayê tevî hemû serlêdan û îtîrazan bi parêzeran re nayê parvekirin.

 Di encama serlêdanên ku parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê kirin de ji aliyê dadgehê ve hate diyarkirin ku di 18'ê tebaxa 2021'an de 3 meh, di 3'yê sibata 2022'yan de 3 meh, di 31'ê gulana 2022'yan de 3 meh, di 9'ê îlona 2022'yan de 3 meh cezayên dîsiplînê hatine dayîn.

 BIRYARA QEDEXEYÊ YA DAWÎ

 Parêzeran di 10’ê Tîrmeha 2023’yan de serlêdan kir û dadgeriyê di 19’ê tîrmehê de bersiv da parêzeran. Dadgerî, bêyî ku dîroka wê destnîşan bike got ku cezayê disiplînê yê ji bo 3 mehan hatiye birîn. Parêzeran herî dawî jî di 10’ê cotmeha 2023’yan de serî li dadgeriyê da. Ji bo hevdîtina bi malbatan re serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê hate dayîn û dadgehê di 13’ê cotmehê de bersiv da serlêdanê. Dadgehê got ku cezayekî nû yê disiplînê li Rêber  Abdullah Ocalan û girtiyên din hatiye birîn.

 Dadgeriyê, sedema parvenekirina hejmara dosyaya cezayê disiplînê jî weke “dê li ser çapemeniyê were parvekirin” nîşan da.

 QEDEXEYA HEVDÎTINA BI MALBATAN RE YA 3 MEHAN

 Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê, serlêdana parêzeran û malbatan a ji bo hevdîtinê ya di sala 2024’an de bersivand. Dadgeriyê diyar kir ku di 28'ê Adarê de Serokatiya Lijneya Disiplînê "cezayê disiplînê" li Abdullah Ocalan biriye. Hat hînkirin ku biryara di 12'ê nîsanê de teqez bûye.

Parêzeran ragihand ku pêvajo bêyî wan hatiye meşandin û di 26'ê Nîsanê de serlêdan kirine ku biryar tevî dosye û delîlan radestî wan bê kirin. Lê belê serlêdana wan hat redkirin. Her wiha îtiraza parêzeran a ji bo biryara "cezayê disiplînê" jî hat redkirin.

 Piştî temambûna vê demê, parêzeran bi daxwaza hevdîtina malbatê dîsa serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan. Dadgeriyê got ku serokatiya Lijneya Disiplînê di 4’ê tîrmehê de li Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din “Cezayê disiplînê” biriye û bi vê sedemê hevdîtina bi malbatê re ji bo 3 mehan hatiye qedexekirin. Parêzeran têkildarî dosyayê agahî xwestin lê nehatin dayin û parêzeran jî li dijî biryarê îtîraz kirin.