Şêniyên Hecînê ji bo xelkê Dêrazorê dadikeve qadan

Şêniyên bajarê Hecînê êrişên hikumeta Şamê yên li dijî rojhilatê Dêrazorê û komkujiyên li gundê Dehle û Cidêd Bagara şermezar kirin.

Şêniyên Hecînê ji bo xelkê Dêrazorê dadikeve qadan
9 tebax 2024   15:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên bajarê Hecîrê li pêşiya nexweşxaneya giştî ya Hecînê kom dibin ji bo ku êrişên hêzên hikumeta Şamê û çekdarên "Dîfa Watanî" yên li dijî kantona Dêrazorê û komkujiyên li gundê Dehle û Cedêd Bagara rû dane, şermezar bikin.

Nûçegihanê me da zanîn ku xwepêşandan, dê saet 4:00`an dest pê bike.

Hikumeta Şamê û çekdarên "Dîfa Watanî" bi çekên giran û moşekan rojhilatê Dêrazorê topbaran kirin. Di encamê de 13 sivîl şehîd bûn û 12 din birîndar bûn. Her wiha merasima oxirkirina şehîdan li goristana gundê Dehleyê jî hedef girtin.

(şx)

ANHA