Hunermendên biçûk ên li ser rêya Aram Tîgran
Hunermend Aram Tîgran ku bi eslê Ermen e, lê bi stranên xwe yên Kurdî deng vedaye, ji bo nifşê nû jî çavkaniya hunerê ye. Zarokên li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran perwerdeyên muzîkê dibînin, li ser şopa wî dimeşin.
Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajarê Rimêlanê yê kantona Cizîrê ji bo hate avakirin. Li navendê hunermend Bengîn Aram zarokên ji 6 heta 12 saliyê wekî komekê li ser stranên foklorî yên Kurdî û Erebî perwerde dike. Di salvegera 15’an a wefeta hunermendê nemir de, zarok bi hunera wî tên gihandin.
ARAM TÎGRAN
Hunermend Aram Tîgran bi eselê xwe Ermen e, lê bi stranên xwe yên kurdî deng vedaye. Aram Tîgran ji gundê Omdî yê navçeya Sasonê ya bajarê Êlih (Batman) ê Bakurê Kurdistanê ye. Bavê Aram piştî Komkujiya Sêfo (komkujiya Ermeniyan) ya ku Osmaniyan li dijî Ermenan û gelên ne Tirk pêk anîbû, koçî navçeya Farqînê ya Amedê dike û li wir dizewice. Di sala 1928'an de berê xwe dide bajarê Qamişlo. Hunermend, stranbêj û muzîkjenê navdar Aram Tîgran sala 1934'an li Qamişloyê ji dayik bûye. Bavî wî, wî teşwîq dike ku fêrî xwendin, nîvisandin û stranbêjiya bi Kurdî bibe.
Aram Tîgran gelek helbestên Seydayê Cegerxwîn kirin stran. Stranên wî heta roja me ya îro tên guhdarkirin. Aram Tîgran nêzî 18 stran di radiyoa êrîvanê de xebitî. Di sala 1990’î de berî dide Belçîkayê. Di salên dawîn ên jiyana xwe de de li gelek welatên ewropî geriya û 8’ê Tebaxa 2009’an de li Yewnanistê wefat kir.
Aram Tîgran bi zimanê kurdî, erebî, ermenî, suryanî û yewnanî stran gotin. Zêdetirî 230 stranên wî yên bi zimanê kurdî hene, her wiha zêdetirî 100 stran bi zimanên ermenkî û derdora 100 stranên erebî, suryanî û yewnanî tomar kirin.
Li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran, komên mûzîk, stran, govend û şano hene. Her wiha komên xweser ên jinan û komên zarokan hene ku di dirêjahiya salê ji bo mîhrîcan û çalakiyên hunerî perwerdeyan dibînin. Li kêleka van van koman 30 zarok wekî komekê perwerdeyên hunerî dibînin.
Ji rêveberên Navenda Aram Tîgran hunermend Bengîn Aram hunermend Aram Tîgran wekî yek ji stûnên hunera kurdî û ermenî pênase kir û got: "Hunermend Aram Tîgran ji ber zulma ku ser neteweya xwe ya Ermen û neteweyên din dît nameyeke hunerî hilgirt. Hunermend Aram ji welat, jiyan, aştî û evîniyê re stra, temsîla hunera resen a zindî dike. Nameya wî ji bo tevahî zeman dibe.
HUNERMENDÊN BIÇÛK ŞOPDARÊN XETA ARAM IN
Hunermend Aram Tîgran li hemberî zulma ku Osmaniyan li ser gelî kiribû ev peyam dabû "Eger ez careke din vegerim jiyanê ez ê tevahî çekan bihelînim û bikim amûrên mûzîkê."
Hunermend Bengîn Aram jî got Li dijî şer û êrişan huner çeka me ye."
Têkildarî perwerdekirina zarokan li Navenda Aram Tîgran Bengîn Aram wiha got: "
"Em eleqeyê didin zarokan. Wan li gorî mîrateya hunerî ya ku hunermend Aram Tîgran û hunerendên din hiştine wan perwerde dikin da ku bendê bendên tirsê yên ku li ser wan tê meşandin bişînin. Her wiha da ku dengvenda dengê awazên wan ji dengê topên mirinê bihêztir be."
(bb)
ANHA