290 roj e Silêman Ehmed girtî ye
Rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê Roj News`ê Silêman Ehmed 290 roj e ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin. Rojnamevan Silêman piştî 279 rojan hate dadgehkirin û PDK’ê 3 sal cezayê girtîgehê lê birî.
![290 roj e Silêman Ehmed girtî ye](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202408/image_870x_66b5c72210465.jpg)
Destehilata Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) edîtorê beşa erebî yê ajansa Roj News`ê Silêman Ehmed ji 290 rojan ve girtiye. Dadgeha Sûc a Yek a Duhokê 29`ê Tîrmehê bê delîl û bi tawanên nerast 3 sal cezayê girtîgehê li Silêman birî.
Derbarê madeya ku Silêman Ehmed pê tê darizandin, parêzerê wî Beşdar Hesen wiha gotibû; “Ew madeya ku muwekîlê me Silêman Ehmed pê tê darizandin, madeya yek a yasaya hejmar 21 a sala 2003’ê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê ye ku taybet a têkdana ewlekariya Herêma Kurdistanê.”
Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku biryara li dijî Silêman hatiye stendin, ne rewa ye û li dijî pîvanên navneteweyî yên têkildarî parastina rojnamevanan e û divê demildest serbest were berdan.
Rêxistina Nûçegihanên Sînornenas û Komîteya Parastina Rojnamevanan a amerîkî, Navenda Azadiya Rojnamegeriyê, Yekitiya Ragihandina Jin, Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) ev biryar şermezar kir û banga serbestberdana wî kir.
(şx)