‘Ji bo ku em azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bi dest bixin divê em têkoşînê bidomînin’

Jinên ji Çilaxayê got heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin, divê têkoşînê berdewam bikin.

‘Ji bo ku em azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bi dest bixin divê em têkoşînê bidomînin’
9 tebax 2024   02:25
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Jinan ji bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê destnîşan kir ku ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin, divê têkoşînê li ser gelek astan berdewam bikin.

Emel Elo bal kişand ser siyaset û zihniyeta baviksalariyê yên li dijî jinan û got: "Rêber Abdullah Ocalan, çavên jinan vekir. Bi saya wî em ji çirava koletiyê xilas bûn. Bi wî re em rêya azadiyê berdewam dikin."

Emelê diyar kir ku ew deyndarê Rêber Abdullah Ocalan e ku bi saya wî azad bûye û wiha domand: "Jin li ser şopa ramanên Rêber Abdullah Ocalan, roleke pêşeng di birêvebirina civakê de dilîzin. Lê divê em têkoşîna xwe mezin bikin ji ber ku siyasetên tecrîdkirinê berdewam in.”

Emelê bang li jinan kir ku têkoşînê û rêxistinbûyîna xwe mezin bikin ta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin û bi wê re gel û jin azad bibin.

Ehlam Elî Latîf zehmetiyên li pêşiya jinên ereb derdikevin, bi bîr xist û got: "Tundî zêde bû, needaletî hebû, lê bi saya Rêber Abdullah Ocalan nêrîna civakê hate guhertin. Jin ji xwe bawer dikin û gelek destkeftî bi dest xistin.”

Ehlamê bang li jinan kir ku lêhûrbûnên xwe di raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan de zêde bikin, parêznameyên wî bixwînin û destnîşan kir ku belavkirina raman rêya rastkirina têkiliyên di nava civakê de û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger dike.

Fatme Essaf jî teqezî bi mezinkirina têkoşînê kir û got: "Siyasetên tecrîdkirinê li dijî Rêber Abdullah Ocalan berdewam in divê em jî têkoşînê bidomînin ta ku azadiya wî ya fîzîkî bi dest bixin.”

Rêber Abdullah Ocalan ji zêdetirî 24 salan ve dîl hatiye girtin. Herî dawî parêzerên wî Rêzan Sarica û Newroz Oysal 7`ê Tebaxa 2019`an pê re hevdîtin kiribû. Her wiha 25`ê Adara 2021`an bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî. Ev peywendiya dawî bû ku tenê 5 deqe dirêj kir û hate birîn.

(şx)

ANHA