Ji Rêveberiya Xweser daxuyaniya Dêrazorê

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê destnîşan kir ku Hikûmeta Şamê binpêkirinên serweriya xwe paşguh dike û li herêmên aram tevliheviyan derdixîne. Rêveberiyê bang li civaka navnetewî kir.

Ji Rêveberiya Xweser daxuyaniya Dêrazorê
9 tebax 2024   13:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişên komên girêdayî Hikûmeta Şamê yên li ser Dêrazorê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Rejîma Sûriyeyê tiştên li herêmên din ên Sûriyeyê diqewimin, binpêkirinên berçav û dubare ên li hemberî serweriya xaka wê ku heta Şamê jî diçin paşguh dike û dest bi derxistina tevlîheviya li herêmên ku aramî lê heye kiriye.

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Hikûmeta Şamê bi li hevkirina bi dewleta Tirk û hêzên din re, bi rêya destekdayîna komên çete yên girêdayî wê dixwaze kaosê derxîne û xebatên aramiyê têk bibe.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku salek beriya niha jî bi armanca têkbirina îradeya gelê Dêrazorê û sembolên wê yên civakî û eşîreyên resen êriş pêk hatibûn, lê ev êriş hatibûn têkbirin û wiha hat domandin: “Cîhanê ji mêj de fêm kiriye ku hêzên rêjîmê û çeteyên wê komkujî li dijî sivîlan pêk anîne. Îro jî di saetên sibehê de li herêma El-Dehla ya gundewarên rojhilatê Dêrazorê komkujiyek li dijî sivîlan pêk anî û piraniya wan zarok zêdetirî 11 şehîd çêbûn û zêdetirî 5 kesan jî birîndar bûn.”

 Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan û şifaya xêrê ji birîndaran re hat xwestin û wiha hat gotin: “Em careke din diyar dikin ku îradeya gelê me yê li Dêrezorê ji planên dorpêçkirina îradeya wan û têkbirina nirxên wan xurtir e. Li hemberî van siyasetên naskirî ku bi temamî bi xwestekên dewleta Tirk ên tunekirina gelê me pêk tên, em bi îradeya gelên xwe yên ji hemû pêkhateyan re ne.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî û komîteyên lêpirsînê hat kirin ku li hemberî van êrişên berpirsyariya xwe bicîh bînin.

(a)

ANHA