Şêniyên Dêrazorê: Em bi QSD’ê re ne

Şêniyên kantona Dêrazorê li dijî êrişên hêzên hikumeta Şamê û koma Dîfa El Wetenî piştgiriya xwe bi QSD’ê re anî ziman.

Şêniyên Dêrazorê: Em bi QSD’ê re ne
Şêniyên Dêrazorê: Em bi QSD’ê re ne
Şêniyên Dêrazorê: Em bi QSD’ê re ne
Şêniyên Dêrazorê: Em bi QSD’ê re ne
8 tebax 2024   11:26
DÊRAZOR
KEWSER EL CASIM

Hêzên hikumeta Şamê û “Dîfa El Wetenî” duh û pêr êrişî gundewarên rojhilatê Dêrazorê kir. Di encamê de 2 sivîl şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn. Her wiha 2 stasyonên avê ji xizmetê derxistin.

Şêniyên kantona Dêrazorê li dijî van êrişan piştgiriyê xwe bi Meclisa Leşkerî ya Hecînê û Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê yên girêdayî QSD’ê re anî ziman.

Şêniyê bi navê Mihemed El Hîlal li dijî êrişên hêzên hikumeta Şamê piştgiriya xwe bi QSD’ê re nîşan da û bang li şêniyên Dêrazorê kir ku ji hewldanên têkbirina ewlehiya herêmê hişyar bin û piştgiriyê bidin saziyên Rêveberiya Xweser.

Wehab El Beşar jî girîngiya hevgirtinê destnîşan kir û got divê gel li dijî êrişên domdar bisekinin û Rêveberiya Xweser biparêzin. Wehab El Beşar got: "Êrişên li ser herêmê, me ji xeta berxwedanê dûr naxin."

Her wiha Said Hewaş jî li dijî êrişên hêzên hikumeta Şamê piştgiriya xwe bi hêzên leşkerî û ewlehiyê re anî ziman. Hewaş ji bo bidawîkirina xetereyan banga hevgirtin û yekitiyê kir.

(bb)

ANHA