Artêşa Îsraîlê `operasyoneke leşkerî" li Xan Yunisê ragihand

Artêşa Îsraîlê ragihand ku destpêkirina "operasyoneke leşkerî" li bajarê Xan Yusinê yê Xezayê ragihand.

Artêşa Îsraîlê `operasyoneke leşkerî" li Xan Yunisê ragihand
9 tebax 2024   12:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku dest bi "operasyoneke leşkerî" li bajarê Xan Yunisê kiriye. 

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyê de bi bîr xist ku "operasyonên li gorî agahiyên îstixbaratî li herêma Refeh a başûrê Xezayê berdewam in".

Ev ne cara yekê ye ku artêşa Îsraînê "operasoneke leşkerî" li Xan Yunisê radigihîne. 27`ê Tîrmehê artêşa Îsraîlê ferman da ku şêniyên taxên başûrê Xan Yunisê vala bikin û biçin "herêma mirovî" ya li Mawasî hatiye avakirin.

Wê demê artêşa Îsraîlê gotibû: "Li gorî agahiyên îstixbaratî, Hemas li sînorên herêma mirovî dixebite".

(şx)