Rûspiyên eşîrên Dêrazorê: Em li pişta QSD'ê ne

Rûspiyên eşîra Igêdat êrişên hikumeta Şamê û çeteyên ˊDîfa El Wetenîˊ li dijî rojhilatê kantona Dêrazorê şermezar kirin. Rûspiyan got ew ji bo têkbirina êrişan bi QSDˊê re ne.

Rûspiyên eşîrên Dêrazorê: Em li pişta QSD'ê ne
Rûspiyên eşîrên Dêrazorê: Em li pişta QSD'ê ne
Rûspiyên eşîrên Dêrazorê: Em li pişta QSD'ê ne
9 tebax 2024   03:35
KOBANÊ

Ji roja sêşema borî ve hêzên hikumeta Şamê û ˊDîfa El Wetenîˊ bi çekên giran û sivik êrişî bajar û bajarokên rojhilatê kantona Dêrazorê dikin. Di encamê de 2 welatî şehîd bûn û 7 din birîndar bûn.

Girêdayî wê, ajansa me nêrînên rûspiyên eşîrên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girtin. Rûspiyan êriş şermezar kirin û ji bo têkbirina êrişan banga piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) kir.

Rûspiyê eşîra Igêdat, Seîd El Reşîd êrişên hêzên hikumeta Şamê û ˊDîfa El Wetenîˊ yên li dijî rojhilatê Dêrazorê bi tundî şermezar kirin.

El Reşîd diyar kir ku di encama van êrişan de rewşa xizmetguzarî û jiyana şêniyan bandor bûn û jiyan rawestiya. Her wiha zirarên madî jî çêbûn, gelek welatî birîndar bûn û 2 welatî jî şehîd bûn.

El Reşîd bang li eşîr û rûspiyan kir ku destekê bidin QSD'ê, aramî û ewlehiya herêmên xwe biparêzin. Her wiha bang li civata xwecih kir ku piştgiriya xwe ji hêzên leşkerî û QSD'ê re zêde bikin da ku ev êriş di dema bê de jî werin têkbirin.

Rûspiyê eşîra Igêdat, Ebûd Ebulferhan jî diyar kir ku ew êriş bi navê eşîran hatin pêkanîn, lê ew ne ji herêmê ne û got: "Wan zarok û şênî tirsandin, ew me temsîl nakin. Tiştê ku ew dikin karekî terorî ye."

Ebdulferhan wiha domand: "Eşîr û qebîleyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pişta QSD'ê ne. Em spasiya QSDˊê li ser têkbirina êrişan, pêkanîna ewlehî û îstîqrara herêmê, dikin."

Di dawiya axaftina xwe de Ebdulferhan got: "Em qebîleyên Ereb piştgiriya QSDˊê dikin. Gelê me êdî ji van planan hişyar e. Em nahêlin êrişkar bigihînin armancên xwe yên têkbirina vîna gelê me."

(mh)

ANHA

Seid El Reşîd

Ebd Ebd Elferhan