Di hefteyekê de 7 kes revandin, îşkence li 2 zarokan kirin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker di hefteyekê de 7 kes revandin, îşkence li 2 zarokan kir û kesek jî birîndar kir.

Di hefteyekê de 7 kes revandin, îşkence li 2 zarokan kirin
8 tebax 2024   16:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Belgekirina Binpêkirinan rapora hefteya ewil a Tebaxê ya sûcên li Efrînê hatine kirin, parve kir.

ÊRIŞ

Li gorî raporê, çeteyên "Polîsên Leşkerî" yên artêşa Tirk a dagirker 5’ê Tebaxê li bajarê Racoyê îşkence li Rênas Omer (16) û Xelîl Omer (17) kir.

Cendirmeyên Tirk gule li ciwanê bi navê Mihemed Xelef Îsa, dema hewl dida derbasî Bakurê Kurdistanê bibe, reşandin. Di encamê de Mihemed bi giranî birîndar bû.

REVANDIN

Têkildarî revandinê jî hate gotin, çeteyên "Çeyş El Wetenî" li bajarê Efrînê Ednan Mihemed Elî Hecî (63) û kurê wî Elî Ednan Hecî (20) revandin. Çeteyên heman komê li bajarê Cindirêsê Hesen Elî Elî (47), Mihemed Elî Elî (33) û 2 kesên ji bajarê Hemayê revandin.

3’yê Tebaxê jî welatiyê bi navê Xelîl Ebdo Cimo yê ji gundê Berad ê bajarê Şêrawayê li bajarê Efrînê ji aliyê çeteyên "Polîsên Leşkerî" ve hat revandin.

FIDYE

Raporê bal kişand ser kesên beramberî standina fidyeyê hatine berdan jî. Li gorî raporê, welatiyê bi navê Ehmed Mihemed Mihemed ji mala xwe ya li Tirkiyeyê bi darê zorê ber bi Efrînê ve hatibû şandin û dûre hatibû revandin.  Çeteyên "Polîsên Leşkerî" 15 roj piştî revandinê anku di 6’ê Tebaxê de li hember 5 hezar dolarî Ehmed Mihemed berda.

Ciwan Hemîd (42) yê ji gundê Oga yê bajarokê Bilbilê 18’ê Tîrmeha îsal li bajarê Efrînê hatibû revandin. Çeteyên "Polîsên Leşkerî" beramberî standina 4 hezar dolarî Ciwan Hemîd berda.

DESTESERKIRINA MILKAN

Çeteyê bi navê Ebdulrezaq Hemdo dest danî ser mala welatiyê bi navê Mêrvan Henan ê ji gundê Cebeliyeyê yê Efrînê.

Çeteyekî koma Ehrar El Şerqiye li bajarê Efrînê mala welatiyê bi navê Ebdurehman Mihemed ê ji gundê Xilnêr bi hezar û 500 dolarî firot çeteyekî ji Hemayê.

(bb)

ANHA