Partiya Watan û êlên herêmê: Em li pişt QSD`ê ne

Partiya Watan û rûspiyên Hesekê got ew piştgiriya hêzên xwe dikin û tenê QSD nûnertiya gelê herêmê dike.

Partiya Watan û êlên herêmê: Em li pişt QSD`ê ne
Partiya Watan û êlên herêmê: Em li pişt QSD`ê ne
Partiya Watan û êlên herêmê: Em li pişt QSD`ê ne
Partiya Watan û êlên herêmê: Em li pişt QSD`ê ne
8 tebax 2024   12:15
HESEKÊ

Rûspî û pêkhateyên bajarê Hesekê û Partiya Watan a Sûriyeyê daxuyaniyeke hevbeş da.

Berdevkê partiyê Mihemed Derwîş li pêşiya Parka Xabûr a bajarê Hesekê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de her du aliyan diyar kir ku geşedanên li Dêrazorê bi baldarî dişopînin û dizanin ku armanca êrişên wisa, têkbirina aramiya li herêmê ye ku bi saya fedakariyên ciwanên wê, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), meclisên leşkerî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn e.

Her du aliyan, hewldanên derxistina fitneyê û wisa nîşan bidin ku destê êlan di êrişê de heye, şermezar kir û got destê hêzên herêmî di vê êrişê de heye, di serî de jî Îran û Tirkiye.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku helwesta wan aşkera û diyar e, ji bilî QSD`ê piştgiriya tu hêzeke din nakin û destnîşan kirin ku êl û pêkhateyên herêmê dek û dolabên wiha baş nas dikin û xwedî eniyeke hevgirtî ne ku tu kes nikare fitneyê di navbera wan de derxe.

Di dawiyê de her du aliyan teqezî bi girêdana bi nirxên nîştimanî kir û bang kir ku kesek bi planên hêzên herêmî yan jî navneteweyî nexape. Her wiha dan zanîn ku hewldanên ji bo parastina hevgirtina nîştimanî ya sûriyeyî berdewam in û dê li hember hewldanên têkbirina ewlehiya herêmê bibin bendeke asê.

(şx)