QSD: Di êrişa hêzên Şamê de 11 sivîl şehîd bûn 5 jî birîndar bûne

QSD`ê destnîşan kir ku di topbarana komên çekdar ên Hikûmeta Şamê de heta niha 11 welatî şehîd û 5 welatî jî birîndar bûne.

QSD: Di êrişa hêzên Şamê de 11 sivîl şehîd bûn 5 jî birîndar bûne
9 tebax 2024   09:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî topbarana dawî ya hêzên hikumeta Şamê yên li ser rojhilatê kantona Dêrazorê daxuyaniyek weşand. 

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Hêzên rejîmê komkujiyeke din li gundên Cidêde Bagara û Dehle pêk anî. Di encama topbaranê de heta niha 11 sivîl şehîd bûn.

Hêzên rejîmê piştî nîviya şeve saet di 02.30`an de, ji baregehên xwe yên li gundê El Bû Lêl ê li rojavayê çemê Firatê  bi moşekan her du gund topbaran kirin. Di encama êrişên ku welatî kirin hedef de şehîd û birîndar çêbûn.

Navên şehîdan wiha ne:

Rehef Îsmaîl El Ebûd (12)

Nadiye Xidir El Mihemed (18)

Hind Ferhan El Ebûd (30)

Aya Îsmaîl El Ebûd (8)

Nadîn Silîc El Ibêd (22)

Yas Yasîn El Zeer (37)

Mariya Yasîn El Zeer (12)

Selwa Yasir El Zeer (5)

Rexed Mihemed El Zixîr (22)

Şam Beşar El Zixîr (8 mehî)

Îlaf Beşar El Zixîr (yek sal û nîv)

 Navên birîndaran jî wiha ne: 

Elî Hesen El Damin (12)

Melek Ebûd El Hisên (25)

Sûriye El Ebûd (50)

Fehid Îsmaîl El Ebûd (15)

Melek Îsmaîl El Ebûd (6)