Cotkarên pembo îsal geşbîn in

Cotkaran li kantona Reqayê hêvî dikin ku pembo îsal baş be. Her wiha biryara Rêveberiya Xweser a ji bo wergirtina pembo bi erênî dîtin.

Cotkarên pembo îsal geşbîn in
Cotkarên pembo îsal geşbîn in
Cotkarên pembo îsal geşbîn in
Cotkarên pembo îsal geşbîn in
Cotkarên pembo îsal geşbîn in
9 tebax 2024   07:35
REQA
ENES MIHEMED

Li herêmê piştî genim, pembo jî berhemeke sereke ye. Rêveberiya Xweser sala borî ragihand ku nikare pembo ji cotkaran wergire. Tenê nirxê kirîna toneke pembo bi 800 dolarî diyar kir. Cotkar wê demê aciz bûn û neçar man bi 500 dolarî bifiroşin bazirganan.

Sala borî her donimekê 250 kîlogram heta 500 kîlogram da. Li gorî salên beriya wê, baş bû.

Rêveberiya Xweser 14`ê Nîsana 2024`an ragihandibû ku dê pembo ji cotkaran bikire.

Rêveberiyê mekanîzmeya kirînê aşkera kir û dest bi amadekirina navendên wergirtinê li Hesekê, Reqa û Dêrazorê kir.

Cotkarê bi navê Hemûd El Ferec ê ji başûrê Reqayê têkildarî mijarê got: "Îsal pambo kêm e. Ji ber ku gelek zehmetî li pêşiya me derketin. Sala borî me nikarî berhema xwe bifroşin, bazirganan keysbazî kir û buha kêm bûn."

El Ferec wiha domand: "Îsal ji ber germahiyê û şiliya zêde, nexweşî di nava berheman de belav bûn. Em her 15 rojan carekê derman direşînin da ku berhemê biparêzin.”

El Ferec destnîşan kir ku mewsima îsal baş e.

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk 18`ê Tîrmehê biryara bi hejmara 216 derxist û li gorî wê Saziya Giştî ya Pembo ava kir.

Sazî, têkildarî kirîn, depokirin, birêxistinkirin û pêşxistina çandiniya pembo ye. Girêdayî Desteya Çandinî û Avdanê ye û şaxên wê li kantonan li gorî îhtiyacê têne vekirin.

Serokê Nivîsgeha Xweparastinê ya Desteya Çandiniyê û Avdanê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Reqayê Hemûd El Xelef got: "Em li ser zeviyan digerin. Hinek nexweşiyên biçûk hene lê ne ew qas xeternak in."

El Xelef wiha domand: "Em şîret li cotkaran dikin ku her tim çavdêriya zeviyên xwe bikin, şîretê ji endezyarên çandiniyê bixwazin û xwe bigihînin nivîsgehê heke nexweşî hebe. Em dixwazin hilberîn baş be û bê nexweşî be."

El Xelef cotkar hişyar kir ku dermanên wekî fosfor li hilberînê nereşînin bi taybet di pêvajoyên yekemîn de. Ji ber ku ev derman, bi awayekî neyînî bandorê li kulîlkên pembo dike û dihêle biweşin."

PIŞTGIRIYA KU DESTEYA ÇANDINÎ Û AVDANÊ PÊŞKÊŞ DIKE

Desteya Çandinî û Avdanê, li gorî plansaziya çandiniyê ruxsetan dide kooperatîfan.

Li gorî endamê desteyê Eymen El Sultan, îsal 94 hezar donim bi pembo li Reqayê hatiye çandin. Li Reqayê bi tenê 151 kooperatîfên ruxsetkirî û hezar 31 bîrên ruxsetkirî hene.

Ji bo her donimekê 20 lître mazot didin cotkarên xwediyên bîran. Her wiha 12 lître mazot ji bo her donimekê bi rêya hilmijan têne avdan. Ji bo cotkirinê jî ji bo her donimekê 10 lître mazot tê dayîn.

(şx)