Werîşe Muradî di êrişa li girtîgehê de birîndar bû

Piştî darvekirina welatiyê Kurd Riza Resayî li Îranê, polîsan êrîşî çalakiya girtiyên li Girtîgeha Evînê kirin. Hate zanîn ku di vê êrîşê de girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî bûye hedef û îşkence lê hat kirin.

Werîşe Muradî di êrişa li girtîgehê de birîndar bû
9 tebax 2024   11:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Welatiyê Kurd Reza Resayî yê 35 salî ku di serhildana “Jin jiyan azadî” ya piştî kuştina Jîna Mahsa Emînî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kiribû de hatibû girtin, di 31’ê Kanûna 2023’an de bi cezayê darvekirinê hat mehkûmkirin. Reza Resaî di 6’ê Tebaxê de darvekirin. Piştî darvekirina Riza Resaî, girtiyên siyasî li gelek girtîgehan nerazîbûn nîşan dan.

Girtiyên jin jî li Girtîgeha Evîn a Tehranê ku girtiyên siyasî lê tên ragirtin, xwepêşandan kirin. Ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve jî bi tundiyê bersiv hat dayîn. Hate hînbûn ku girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî di êrîşa 6’ê Tebaxê ya li hemberî çalakiya girtiyan de dema Reza Resaî hate îdamkirin, birîndar bû.

WERÎŞE MURADÎ BIRÎNDAR BÛ

Li gorî agahiyên ji girtiyên siyasî yên li girtîgehê hatin girtin; Polîsên Îranê êrîşî Werîşa Muradî kirin û îşkence lê kirin. Werîşe Muradî piştî îşkenceyê li gelek cihên laşê wê birîn hebûn. Piştî îşkenceyê destûr nehat dayîn Werîşe Muradî biçe nexweşxaneyê. Dîsa girtiyan agahî parve kirin ku efser Hadî Mihemedî fermana îşkenceya li girtîgehê daye.