Kombûna Jinan a Zenûbya êrişên li dijî Dêrazorê şermezar kirin

Kombûna Jinan a Zenûbya bi daxuyaniyekê êrişên çekdarên "Dîfa Watanî" yên hêzên hikumeta Şamê li dijî sivîlan û hêzên leşkerî yên li kantona Dêrazorê şermezar kirin.

Kombûna Jinan a Zenûbya êrişên li dijî Dêrazorê şermezar kirin
9 tebax 2024   13:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Kombûna Jinan a Zenûbya têkildarî êrişên çekdarên "Dîfa Watanî" yên hêzên hikumeta Şamê daxuyaniyek da. 

Di daxuyaniyekê de hate diyarkirin ku hêzên hikumeta Şamê ve ji nêzî salekê ve bi hemû rêbazan êriş kantona Dêrazorê dike ji bo ku fitneyê di navbera pêkhateyên wê de derxe. Di vê çarçoveyê de çekdarên "Dîfa Watanî" yên hikumeta Şamê sêşemê piştî nîvê şevê bi çekên giran êriş bajar û bajarokên rojhilatê Dêrazorê kirin û di encamê de 2 sivîl şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn.

Her wiha hate destnîşankirin ku hikumeta Şamê careke din vê sivê êriş herêmê kir û komkujiyek li gundê Cidêd Bagara û Dehle pêk anî. Heta niha 11 kes şehîd bûne.

Di daxuyaniyê de êrişên li dijî şêniyên Dêrazorê û hêzên leşkerî hatin şermezarkirin û piştgiriya şêniyên kantonê û hêzên leşkerî û ewlehiyê hate kirin. Her wiha bang li şêniyan hate kirin ku li hember van êrişan piştgiriya hêzên leşkerî bikin.

Di dauxyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin.

(şx)