Wezîrekî Lubnanê: Ger şer çêbe, dê êşên mirovî zêde bin
Wezîrê Lubnanê Nasir Yasîn got ger şerekî giştî bi Îsraîlê re çêbû, dê welat êşên peydakirina pêdiviyên mirovî bikişîne û anî ziman ku pêdiviya Lubnanê ya mehane bi 100 milyon dolar heye ku xwarin û pêdiviyên din peyda bike.
Wezîrê Jîngehê yê hikumeta demkî ya Lubnanê Nasir Yasîn got ger şerekî giştî bi Îsraîlê re çêbû, dê welatê wî êşên pedakirina pêdiviyên mirovî yên hêsan jî bikişîne.
Yasîn diyar kir ku pêdiviya Lubnanê ya mehane ji bo pedakirina xwarinê, cih, tenduristî û hwd bi 100 milyon dolar heye.
Yasîn da zanîn ku dê peydakirina beşekî biçûk jî, heta ji sedî 10 an 15 ji bo hikumetê mijarekî mezin be.
Piştî kuştina serokê Nivîsgeha Siyasî ya Tevgera Hemasê Îsmaîl Heniye li Tehranê û kuştina fermandarê Hizbullah Fûad Şukir li Beyrûtê aloziyên herêmî zêde bûn.
(fr)