Leşkerên Tirk goristana gundek Berwarî şewitandin
Li gorî agahiyan duh bi şev leşkerên dewleta Tirk a dagirker li gundê Xişxaş ya ser bi Herêma Berwarî, agir berdane erazî û piştre jî goristana gund şewitandine.
Êriş, dagirkerî û talana dewleta Tirk ya bi hevkariya PDK’ê ya li ser Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dike.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine standin, duh bişev leşkerên dewleta Tirk li gundê Xişxaş ya ser bi Herêma Berwarî agir berdan erazî.
Li gorî xelkê herêmê dibêje, leşkeran goristana heman gund jî dane ber agir û şewitandine.