Salek û 2 mehan çi bi serê Elî Welî hat?
“Destên min ji pişt ve kelepçe kirin, kehrebe dan laşê min, bi wêneyên xwîşka min gefa sîxurtiyê li min û malbata min kirin”. Elî Welî yê 17 salî bi van gotinan pêkanînên leşkerên Tirk û çeteyên wan vegotin.
![Salek û 2 mehan çi bi serê Elî Welî hat?](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202408/image_870x_66b5b4b12580a.jpg)
Elî Welî (17) ku piştî salek û 2 mehên di nava girtin, revandin û îşkenceyê de derbas bûn gihîşt malbata xwe, tiştên bi serê wî hatine ji ANHA’yê re vegotin.
Elî Welî, ji navçeya Dirbesiyê ya kantona Cizîrê ye; 22'yê Hezîrana 2023'yan dema ji bo tedawiya xwîşka xwe ya nexweşa otîzmê hewl dida di ser Tirkiyeyê derbasî Ewropayê bibe, li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ji aliyê leşkerên Tirk ve hat girtin. Welî 9 mehan li Girtîgeha Mêrdîn û Erzînganê hate hiştin. 12’ê Adara 2024'an piştî danişînê hat berdan, lê li ber deriyê girtîgehê ji aliyên kesên rûgirtî ve hat revandin. Paşê derket holê ku ew radestî çeteyên li Girê Spî hatiye kirin.
Çend roj piştî revandinê hin kesên bi Tirkî û Erebî diaxivîn û xwe wek endamên îstîxbarata dewleta Tirk (MÎT) didan naskirin, li malbatê geriyan û li dîmenên îşkencekirina Elî, gefên sixûrtiyê li wan kirin.
Elî Welî 5 mehan di destê çeteyan de ma û piştî ku malbatê 9 hezar û 800 dolar fîdye dan çeteyan 4`ê Tebaxê (2024) hat berdan.
LI GIRTÎGEHÊ KOMA SÎXÛRAN
Elî diyar kir ku dema ew ji Rojava derbasî Bakûrê Kurdistanê bûye 3 rojan li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ma ye û paşê xwestiye derbasî Stabolê bibe, lê garajê aliyê leşkerên Tirk ve hatiye girtin. Elî, destnîşan kir ku di dema lêpirsînê rastî îşkenceyê hatiye û piştre ew birine girtîgeha Mêrdînê.
Li gorî gotinên Elî, piştî mehekê di girtîgehê de komek ji 4 mêr û jinekê yên Ereb pêk dihat hatine cem wî û gefên sîxurtiyê li wî û malbata wî kirine. Elî got: “Wêneyên malbatê nîşanî min dan û gotin `Em ê bi wan re pêwendiyê çêbikin. Li ser QSD`ê û gel biaxive, agahiyan bide me.` Min ji wan re got ez tiştekî nizanim. Gotin `Tu dê zirarê bibînî’.”
BI WÊNEYÊN XWÎŞKA WÎ YA NEXWEŞ GEF LÊ XWARIN
Elî Welî destnîşan kir ku heman komê 3 carên din jî hatiye cem wî û vê carê bi wêneyên xwîşka wî ya nexweş gef lê xwarine û wiha dom kir: “Dixwestin ez bi bavê xwe re biaxivim û digotin `Bila bavê te bi me re kar bike.` Bi telefonê li bavê min geriyan û telefon da min. Çawa min bi zimanê Kurdî slav da bavê xwe, telefon ji destê min girtin. Ew bi bavê min re axivîn û gefa sixûrtiyê lê xwarin û gotin `Ger tu bi ya me nekî wê zirar bigihîje lawê te, em çi jê bikin serbest in. Em dixwazin tu agahiyan bidî me û bi me re kar bike.` Li wir li min dan.”
RADESTÎ ÇETAYAN HATE KIRIN
LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ HEMAN KOMA SÎXÛRAN
Li ber deriyê Girê Spî Elî Welî bi awayekî ku çavên wî hatine girtin, xistiye seyareyekê û birine. Elî rewşa piştî wê bi van gotinan anî ziman: “Ji axaftinên wan min fêm kir ku ew cih aliyêkî Sûriyeyê bû. Ez gelekî tirsiyam. koma ku li girtîgehê gef li min kiribûn, dîsa hat cem min. Paçê li ser çavên min rakirin û dîsa gef li min xwarin. Gotin `me tû aniye vir, ev der cihekî dûr e û parêzerê te jî pê nizane. Ji bo te nikare tiştekî bike. Heke vê carê te û malbata xwe alîkariya me nekir, em ê vê carê îşkenceyê li te bikin û te bikujin.”
‘ÎŞKENCE KIRIN Û DÎMENÊN MIN KIŞANDIN’
“Destê min Jİ pişt ve kelepçe kirin, kehrebe dan laşê min” Elî bi van gotinan bal kişand ser îşkenceya çeteyan û wiha dom kir: “Gotin `Em ê te bibin cihekî, eger te bersivek rast neda em ê te bidin ber kehrebeye, fermana kuştina te jî bi me re heye.` Çavên girtin û dîsa ez birim cem deriyê sînor ê Girê Spî. Ew koma MÎT`ê hat, bi xortoman li min dan. Xwîn ji dev û pozê min hat. Ez gelekî êşiyam, derbeyek ji serê min xistin û ez ji ser hişê xwe çûm. Dîmenên min kişandin û ji malbata min re şandin. Ji min re gotin `Me 3 roj dan bavê te, eger bi me re alîkar nebe, em ê te bikujin.”
41 ROJAN DI HÛCREYE DE HIŞTIN
Piştî îşkenceya li ber deriyê Girê Spî, Elî Welî dîsa vegerandine girtîgeha çeteyan û 41 rojan di hûcreyekê de hatiye hiştin. Li gorî Elî, li vir di laşê wî de nexweşî derketine, lewma çeteyan ew biriye girtîgeha navendî ya komên çeteyan û ji wir jî wî şandine Serêkaniyê. Komên çeteyên li vir ji malbata Elî Welî 9 hezar û 800 dolar fîdye xwestine. Piştî malbatê fîdye da, Elî Welî bi rêya qaçaxçiyan derbasî Dirbêsiyê hatiye kirin.
‘KESÊN DIXWAZIN BIÇIN EWROPA BILA LI HALÊN MIN BINÊRIN’
Elî Welî di dawiya vegotina serpêhatiya xwe de diyarkir ku kesên dixwazin biçin Ewropayê bila werin li halê wî binêrin û got: “Ewropa ti feyde li me nake, ez vegeriyam welatê xwe û ez ê li ser axa xwe bin. Poşmanim, careke din ez dernakevim.”
(a)
ANHA