Komên Hikûmeta Şamê li Dêrazorê komkujî pêk anî

Çekdarên girêdayî hikûmeta Şamê êrişî 2 gundên Dêrazorê kirin. Li gorî agahiyên destpêkê di encama êrişan de 13 welatiyên ku zarok jî di nav wan de hene, şehîd bûn.

Komên Hikûmeta Şamê li Dêrazorê komkujî pêk anî
9 tebax 2024   08:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên QSD’ê hatine girtin, komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Şamê îro saet  derdora 02.30’an de bi topên obusan êrişî gundên El-Dehla, Cedîde Begara yên li rojhilatê Dêrazorê kirin.

Li gorî agahiyên destpêkê di êrişa li ser gundê Cedîde de 9 welatiyên ku zarok jî di nav de hene, ya li ser gundê El-Dehla de jî 4 welatî şehîd bûn. Her wiha gelek kes jî birîndar bûn.

Navên welatiyên ku li gundê El-Dehla şehîd bûne wiha ne:

Mariya Yasîn El-Zeer (12), Istebreq Yasîn El-Zeer (5), Nadîn Selîc El-Ibêd (22), bavê wan Yasir Yasîn El-Zeer (37).

Navên welatiyên birîndar bûne jî wiha ne:

Îlaf Yasir El-Zeer (sal û nîv) bi giranî birîndar bûye, birine nexweşxaneyên Hesekê. Rexed Mihemed El-Zeer (17) û keça apê wê Şam Beşar El-Zeer (4 meh) jî birîndarbûne û wan rakirine nexweşxaneya Cidêdid Begara