Dewleta Tirk gundên Amêdiyê bombebaran kir

Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker, gundên Guherzê û Kanî Belavê yên ser bi Amêdiyê bombebaran kirin.

Dewleta Tirk gundên Amêdiyê bombebaran kir
9 tebax 2024   15:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker ya li ser Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Li gorî agahiyên hatine standin, îro balafirên şer yên dewleta Tirk, gundên Guherzê, Kanî Belave û çiyayê Metîna ya ser bi navçeya Amêdiyê ya ser bi Dihokê, bombebaran kirine.

Li gorî agahiyan êriş demek dirêj dewam kiriye, ji ber êrişê ziyanek mezin gihiştiye bax û baxçeyê welatiyan.