Li Xezayê ji malbatekê 3 kes hatin kuştin

Îsraîl kampa El Nuseyrat a Xezayê topbaran kir, di encamê de ji malbatekê 3 kes hatin kuştin.

Li Xezayê ji malbatekê 3 kes hatin kuştin
24 gulan, 2026   10:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAfA) ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên tendirûstiyê, di bombebarana hêzên Îsraîlê ya li ser kampa El Nuseyrat de  jina bi navê Alai Mecdî Zeqlan (36), hevjînê wê Mihemed Îbrahîm (Ebû Melûh) ê 38 salî û kurê wan Usama (salek) hatine kuştin.

Heman ajansê ragihand ku keştiyên Îsraîl perava bajarê Xezayê topbaran kirin û li herêmê operasyona leşkerî didome.

(np)