Li başûrê Lubnanê kesek hat kuştin û 4 kes birîndar bûn

Di encama êrişên Îsraîlê yên li ser başûrê Lubnanê de kesek hat kuştin, 2 kes birîndar bûn, her wiha gelek avahî û binesazî wêran bûn. Îsraîlê jî ragihand ku 2 leşkerên wê birîndar bûne.

Li başûrê Lubnanê kesek hat kuştin û 4 kes birîndar bûn
24 gulan, 2026   10:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê îro bi dronan û obîsan êrişî başûrê Lubnanê kir. Hate ragihandin ku di êrişa li ser bajarokê Tora yê navçeya Siwerê de kesek hat kuştin û 2 kes birîndar bûn.

Medyayên Lubnanî ragihand ku bajarokên Yehmer Şiqêf, Hebşît, Tol û Nebetiyê hatin bombebarankirin û li bajarokê Zeftayê jî dronekê li erebeyekê xist.

Her wiha hate ragihandin ku di saetên şevê de jî bajarokên Hebûş, Kefer Ruman, Harûf, Kefûr, Kefer Tebnît, Dêr Qanûn El Nehir hatin bombebarankir. Di encamê de zerarên mezin li avahiyên niştecihan, firoşgeh û binesazî bûn.

Hate zanîn ku navenda Parastina Sivîl a Herêmî ya Nebetiyê jî hat bombebarankirin, di encamê de avahî hilweşiya, alavên tê de zerar dîtin, lê tu qurbanî çênebûn.

Hizbullahê jî ragihand ku wê bi fûzeyekê li kombûna maşîneyên artêşa Îsraîlê ya li herêma Beyadayê xistiye.

Artêşa Îsraîlê daxuyand ku li başûrê Lubnanê di teqîna droneke bombekirî de 2 leşkerên wê birîndar bûne.

(bb)