Li Xezayê du leşkerên Îsraîlê hatin kuştin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku li başûrê Xezayê 2 leşkerên wê di encama teqîna mayînekê ya di erebeya wan de hatin kuştin û yekî din birîndar bûye.

Li Xezayê du leşkerên Îsraîlê hatin kuştin
27 tîrmeh, 2025   12:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê îro ragihand di şerê li başûrê Xezayê de mayînek bi erebeya hêzên wê ve teqiya.

Artêşa ragihand ku di encama teqînê de çawîşê bi navê Înon Nûriel (20) û kapîtan Amir Seed (22) yên ji Tûgeya Golanî hatine kuştine û leşkekî din jî birîndar bûye.

Artêşê da zanîn ku bûyer duh saet derdora 18.30’an li Xan Yûnisê ya başûrê Xezayê qewimiye û hate diyarkirin ku hersê jî di erebeya tîpa Tiger de bûn.

Artêşê aşkera kir ku hin çekdar ji bîra nêzî cihê bûyerê derketin û mayîn bi erebeya Yekîneya Endazyariyê ve girêdan. Di encamê de ev bûyer qewimî.

Artêşa Îsraîlê duh jî kuştina leşkerekî ku hefteya borî birîndar bibû, ragihand.

Li gorî artêşê, ji destpêka şerê li Xezayê (Cotmeha 2023) ve, nêzî 900 efser û leşkerên wê hatine kuştin.

(bb)