Dewleta Îranê kolberekî din ê Kurd qetil kir

Tora Mafên Mirov a Kurdistanê ragihand ku kolberekî Kurd ê xelkê bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat qetilkirin.

Dewleta Îranê kolberekî din ê Kurd qetil kir
27 tîrmeh, 2025   12:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Mafên Mirov a Kurdistanê aşkera kir ku roja 25’ê Tîrmehê kolberekî Kurd bi navê Berzan Salihî (38) yê xelkê bajarê Bane, li devera sinorî ya Seyranbend ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat qetilkirin.

Hat gotin ku hêzên rejîmê bêyş ku pêşwext koma kolberan agahdar bikin, gule li wan barandine û di encamê de Berzan Salihî yê bavê sê zarokan e jiyana xwe ji dest daye.

Hêjayî gotinê ye, ji ber siyaseta rejîma Îranê ya birsîkirin û bêderfetiyên kar, beşek ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê ji neçarî karê kolberiyê dike. Rojane li ser sinorên ku dijminan di nava Kurdan de xêzkirine, ji aliyê hêzên rejîma Îranê, hinek car jî ji aliyê Tirkiye û Iraqê ve tên gulebarankirin. Li gor amaran, tenê di sala borî de li Rojhilatê Kurdistanê 52 kolberên Kurd hatine qetilkirin û 131 kolber jî birîndar bûne.