Li Xezayê 4 kes hatin kuştin

Di êrişa Îsraîlê ya li ser Xan Yûnis, bajarokê Mesder û taxa Til Hewa yên Xezayê de 4 kes hatin kuştin û hin jî birîndar bûn.

Li Xezayê 4 kes hatin kuştin
2 mijdar, 2026   19:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rayedarên qada tenduristiyê, di êrişên Îsraîlê yên li ser deverên cuda yên Şerîda Xezayê de 4 kes hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.

Xebatkarên tendueristiyê diyar kir ku di 2 êrişên Îsraîlê yên li herêmên Xan Yûnis a başûrê Şerîda Xezayê de 2 kes hatin kuştin û 6 kes birîndar bûn, di êrişa sêyemîn a li bajarokê Mesder a naverasta Şerîdê de jî kesek hat kuştin.

Di êrişa Îsraîlê ya li ser erebeyeke li taxa Til Hewa ya Xezayê de kesek hat kuştin û hin jî birîndar bûn. Bi wê re herî kêm îro 4 kes hatine kuştin.

Li aliyekî din jî artêşa Îsraîlê ragihand ku 2 êriş li dijî çekdarên Filistînê pêk anîne, lê tu agahiyên dîtir parve nekirin û der barê hedefgirtina erebeyekê li taxa Til Hewa jî tu daxuyaniyek rasterast neda.

(f)