Hûsiyan êrişî balafirgehên Demam û Cazan ên Siûdiyê kir

Hûsiyan ragihand ku bi 2 dronan êrişî balafigeha Demam kir û bi balafireke leşkerî êrişî balafirgeha Cazan kirin.

Hûsiyan êrişî balafirgehên Demam û Cazan ên Siûdiyê kir
2 mijdar, 2026   20:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reutersê, Hûsiyan ragihandin ku bi 2 dronan êrişî balafirgeha Demam û bi balafireke leşkerî balafirgeha Cazan bombebaran kir.

Heta niha Siûdiyê der barê êrişan de tu agahî parve nekirine.

Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî îro ragihandibû ku li Riyadê 2 dron rûxandine.

Berdevkê wezaretê, Turkî El Malikî li ser X’ê got, “pergalên parastinê yên Siûdiyê 2 dron asteng kirin û rûxandin.”

(f)