Li Xan Yûnisê 2 zarok hatin qetilkirin

Li rojhilatê Xan Yûnisê di êrişên Îsraîlê de 2 zarok hatin qetilkirin. Li gelek deverên Xezayê êrişên hewayî û yên bi obîsan dewan dikin.

Li Xan Yûnisê 2 zarok hatin qetilkirin
29 mijdar, 2025   12:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Di êrişên îro yên artêşa Îsraîlê yên li ser bajarokê Benî Suhêla yê rojhilatê Xan Yûnisê yê Xezayê de, 2 zarok hatin kuştin.

Artêşa Îsraîlê êrişên hewayî û yên bi obîsan li gelek deverên rojhilatê Xan Yûnisê û bajarê Refehê didomîne. Li berava Refehê jî keştiyeke şer hat gulebarankirin.

Li gorî daneyan, ji destpêka ragihandina peymana agirbestê (11 Cotmeh 2025) heya niha 354 kes hatine kuştin, 896 kes birîndar bûne û 605 cenaze hatin rakirin.

Navenda Ragihandinê ya Filistînê jî ragihand ku di êrişa li nêzî Bibistana Farabî de 2 bira birîndar bûne. Navendê da zanîn ku êrişên li ser taxa Tufah û bajarokên Benî Suhêle û Qerarayê dewam dikin.

(bb)