Li Idlibê çekdarekî hikumeta Şamê hat kuştin

Li bajarokê Seraqib ê Idlibê di êrişa çekdarên nenas de çekdarekî hikumeta veguhêz hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Li Idlibê çekdarekî hikumeta Şamê hat kuştin
29 mijdar, 2025   12:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih ji herêmê ragihandine, çekdarên nenas li bajarê Seraqib ê gundewarên Idlibê êrişî erebeyeke hêzên Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kir.

Hate zanîn ku di êrişê de çekdarek hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Ev bûyer bû sedema alozî û hişyariya ewlehiyê. Hêzên hikumeta veguhêz heya niha der barê bûyerê de tu daxuyanî nedane. Lê li gorî hin agahiyan nakokî di nava komên hêzên hikumeta veguhêz de çêbûye.

(bb)