Li Tebqayê li ser rewşa ragihandin û rola jinan panel

Desteya Jin a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser rewşa ragihandinê û rola jinan di guhartina qalibê civakê panele diyalogê li dar xist.

Li Tebqayê li ser rewşa ragihandin û rola jinan panel
Li Tebqayê li ser rewşa ragihandin û rola jinan panel
Li Tebqayê li ser rewşa ragihandin û rola jinan panel
Li Tebqayê li ser rewşa ragihandin û rola jinan panel
Li Tebqayê li ser rewşa ragihandin û rola jinan panel
Li Tebqayê li ser rewşa ragihandin û rola jinan panel
Li Tebqayê li ser rewşa ragihandin û rola jinan panel
2 mijdar 2023   16:11
TEBQA

Bi koordînasyona Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser Desteya Jin a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê sûriyeyê bi beşdariya nûnerên ji Rêveberiya Xweser, rêxistinên jin, partiyên siyasî û Yekitiya Jinên Ciwan li avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê panelek li dar xist.

Destpêkê dîwan ji 4 endaman hate çêkirin; cîgira Komîteya Jin a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Semer Şehabî, hevseroka Daîreya Ragihandinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nor El Mihemed, rojnamegera kanala Ronahî TV Hîbe Fetîh, cîgira Seroka Desteya Jin a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Roken Mela Îbrahîm.

Di panelê de 2 mijarên sereke′Rola jin di ragihandinê de û ′Jin û rêveberî′ hatin nîqaşkirin.

Hîbe Fetîh mijara yekê ji panelê bi rê ve bir û got: "Dewletên kapîtalîst jin paşguh kir û enerjiya wê bi kar anî, rolên diyarker ji wê re veqetandin. Wê jî hişt êşên jinan di çapemeniyê de werin veşartin."

Hîbe diyar kir ku ragihandina li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di aşkerakirina berxwedana jinan di şoreşa jinê ya Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de roleke girîng a mezin lîst.

Hîbe anî ziman ku tiştên jinan bi dest xistine bi keda fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û projeya wî ya demokratîk ku di bingeh de xwe dispêre ciwan û jinan di gihandina civakeke elxaqî-polîtîka û azad de.

Hîbe girîngî da rola jinê di aliyê rojnamegeriyê de, ji ber ku ya herî zêde dozên civakî nas dike û ji raya giştî re bi awayekî durist aşkera dike.

Mijara duyemîn jî cîgira Komîteya Jin a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Semer Şehabî axivî û wiha got: "Di dirêjahiya serdeman de û heta roja îro, kolekirina jinê ji hêla tevahî rejîmên dîktator ên baviksalarî dewam dike."

Semer diyar kir ku berxwedana jinê xwedî girîngiyeke mezin li dijî tevahî zihniyetên baviksalarî û civakî ku jin di radeya yekemîn de paşguh kir.

Semer wiha domand: "Jinê di sedsala 21′ê de li Rojhilata Navîn bi saya berxwedana şoreşgerî û fikira Rêber Abdullah Ocalan rola xwe ya rasteqîn û pêşeng di civakê de wergirt, qalibê civakê ya bi nûnertiya baviksalariyê şikand."

Piştî mijarên panelê bi dawî bûn, hevseroka Daîreya Ragihandinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nor El Mihemed qanûna ragihandinê xwend û wiha got: "Armanca ji qanûna ragihandinê rêgez û hîmên ji bo pêkanîna xebata çapemeniyê tên birêxistinê werin diyarkirin, her wiha da ku mafê azadiya nêrînê û pêkanîna wê li gorî bendên ragihandina cîhanê ya mafên mirovan û peymana nanveteweyî ya mafên sivîl û leşkerî werin misogerkirin."

Nor wiha domand: "Divê nûçe û agahiyên têkildarî nefretê û tehrîdkirina tundiyê neyên weşandin, mafên milkî yên fikrî û çandî li gorî qanûnê neyên binpêkirin, nepeniya lêpirsîna dozgeriyê neyê aşkerakirin, data, rastî û belgeyên fermî yên herifandin."

Dûre beşdaran pirsgirêkên li hemer jinê di aliyê çapemenî û rêvebirinê de nîqaş kirin. Her wiha li ser mijarê pêşniyar û çareserî hatin danîn û ji hêla cîgira Seroka Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweser Rûken Mela Îbrahîm ve hatin xwendin û wiha hate gotin: "Divê bi rêya hevdîtina di navbera sazî û komîteyan de di nava dezgehên çapemeniyê de koordîna hebe, raporên der barê binpêkirinên di aliyên sivîl û civakî de werin zêdekirin, dozên jinan ên di civakê de bi girêk in, werin pêşkêşkirin, dewreyên hevbe di nava sazî û nivîsgehan de ji bo pevguherîna pisporî û rewşenbîriya jinan di aliyê çapemeniyê de werin lidarxistin."

Roken der barê wan pêşniyar û çareseriyan de lê zêde kir û got: "Divê di navbera jinên di beşa ragihandinê de li ser astên hundirîn û derve pevguherîna pisporiyan hebe, xebat li ser pêkanîna zayenkda civakî di çapemeniyê de hebe, dewreyên perwerdê, lidarxistina panelên li ser aliyên fikirî, rêveberî û derûnî ji rojnamegerên jin re werin lidarxistin û zêdekirin û bal ki ser rewşa jinan bi taybet êşên wan di kampan de bê kişandin."

(fr)

ANHA