Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM`ê banga têkoşîna hevpar a jinan kir

Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM′ê sûc û binpêkirinên desthilata Îranê li dijî jinan şermezar kirin û bang li cîhanê kir ku piştgiriyê bidin têkoşîna jinên Îranê.

Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM`ê banga têkoşîna hevpar a jinan kir
2 mijdar, 2023   15:17
KOBANÊ

Nivîsgeha Jinan ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) şaxê herêma Firatê têkildarî wefata ciwana bi navê Armîta Girawend (28′ê Cotmehê) di encama êrişa hêzên Îranê de, daxuyaniyek da.

Hevseroka TEV-DEM′ê Hedle Hesen daxuyanî li pêşiya navenda xwe ya li bajarê Kobanê xwend. Hedle êrişa “Polîsên Exlaqê!” yên Îranê ya li dijî ciwana bi navê Armîta şermezar kir û wekî “kirinên hovane” bi nav kir. Hedle her wiha sûcên kuştinê û tundiya li dijî jinan li her devera cîhanê şermezar kir û destnîşan kir ku ev sûc encamên zihniyeta baviksalar a desthilatdar in.

Hedle bang li tevahî jinên cîhanê kir ku li dijî van sûcan û ji bo bidestxistina azadiya xwe û mafên xwe yên rewa, têkoşîneke hevpar bidin meşandin.

(fr/c)

ANHA