ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-9-2024
Şêniyên bajarokê Abra yê gundewarê bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê siyaseta îşkence û qirkirinê ya ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê tê meşandin şermezar kir û got, "Ji bo em têkoşînê xurt bikin, dive em xwe di fikrên Rêbertî de kûr bikin."
Rûspiyên êlên Ereban destnîşan kir ku destwerdana dewleta Tirk li Iraq û Sûriyeyê nayê qebûlkirin û diyar kir ku di vê pêvajoyê de ji her kesî re hevgirtin pêwîst e.
Rewşenbîrên sûriyeyî diyar kir ku destwerdana hêzên derve li kar û barên Sûriyeyê ji bo berjewendiyên xwe ye û ji ber serhişkiya hikumeta Şamê alozî dirêj bû. Rewşenbîran banga destpêkirina diyalogeke demokratîk kir.
Beşdarên Festîvala Şehîd Berçem a bajarê Kobanê destnîşan kir ku di festîvalê de pirrengiya ku ji serdeman ve di nav gelên herêmê de ye nîşan da û got, festîval bersivdana siyasetên qirkirinê yên li dijî gelan e.
Krîza seroketiyê ya Lubnanê ji ber dabeşbûna siyasî, rikberiya hêzên siyasî û tunebûna îradeyeke rastîn a çareserkirina vê dosyayê ye û hîn jî nehatiye çareserkirin.
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Dêrazorê li bajarokê Keber ê rojavayê gundewarên kantonê Akademiya Şehîd Xedîce vedike, saet 10:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Xelkê bajarê Til Hemîs ê kantona Cizîrê li gundê ′Resim El Diroi′ sersaxiyê dide malbata şehîd Ehmed Mihemed Îsmaîl, saet 11:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)