Hejmara 4’an kovara Gaziyên Şer derket

Hejmara 4’emîn a Kovara weşana Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi navê "Berxwedan Jiyan e" derket.

Hejmara 4’an kovara Gaziyên Şer derket
8 îlon 2024   09:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Kovara di bin banê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (FGBRS) de derdikeve, di 3 hejmarên destpêkê de bi navên “Gazî Şehîdên Zindî Ne” û “Ji Pênûsa Şehîdên Zindî” hatibû weşandin. Hejmara çaremîn a kovarê bi navê "Berxwedan Jiyan e" û bi zimanên bi Kurdî û Erebî hat çapkirin.

Di hejmara çaremîn a Kovara Berxwedan Jiyan e ya mehên Hezîran-Tîrmeh û Tebaxê (2024) digire nav xwe de tehlîlên Rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî gaziyan, dîsa nirxandinên Rêbertî yên der barê Berxwedana 14’ê Tîrmehê û 15’ê Tebaxê de cih digirin.

Di kovara ku bi ser navê "Şoreş bî ked û têkoşînê pêş dikeve" hatiye weşandin de ligel çalakî û merasîmên gaziyên şer tevlî bûne, daxuyaniyên têkildarî rojên girîng ên li ser navê FGBRS’ê hatine dayîn jî hene.

Kovara weke bultena leşkerî, bîrdozî û siyasî ya gaziyên şer tê amadekirin, her du mehan carekê tê weşandin.