'Îsrara redkirina diyalogê zirarê dide gelê Sûriyeyê'

Rûspiyên eşîrên Ereb destnîşan kir ku diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê rê li ber destwerdanên derve digire, aştî û aramiyê ji gelê Sûriyeyê re pêk tîne. Rûspiyan got, îsrara redkirina diyalogê ji hêla hikumeta Şamê ve zirarê digihîne berjewendiyên gelê Sûriyeyê û serweriya wê.

'Îsrara redkirina diyalogê zirarê dide gelê Sûriyeyê'
10 îlon 2024   04:10
TEBQA
RÊNAD EL ELÎ

Hikumeta Şamê di redkirina diyaloga niştîmanî ya ji bo çareserkirna krîza Sûriyeyê de bi îsrar e. Her wiha wê beyannameya ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 2023'yan de ragihandibû, red kiribû.

Serokeşîrê El Bo Xemîs, Hisên El Raşid teqezî bi girîngiya diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê da û diyar kir ku diyalog rê li ber hemû destwerdanên derve digire, ewlehî û aramiyê ji gelê Sûriyeyê re pêk tîne.

Serokeşîrê Hiwêwat Ferhan El Emale got: "Diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de girîng e, ji ber ku rê li ber destwerdanên derve digire û serweriya Sûriyeyê diparêze, her wiha hêzên biyanî jî ji xaka Sûriyeyê derdixe."

El Emale diyar kir ku îsrara hikumeta Şamê ya redkirina diyalogê zirarê dide berjewendiyên gelê Sûriyeyê û serweriya wê. Her wiha wî destnîşan kir ku helwesta wan a li hemberî diyalogê nehatiye guhartin.

Rûspiyê eşîra El Wehib, Cemal Nihêter nerazîbûna xwe li hemberî bikaranîna çekan nîşan da û diyar kir ku diyalog rêya tekane ya bidawîkirina krîzê ye û got: "Îsrara bikaranîna çekan krîzê kûrtir dike."

Nihêter wiha domand: "Em êrişên hikumeta Şamê qebûl nakin. Em li pişta Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ne. Redkirina diyalogê ji aliyê hikumeta Şamê ve rê li ber dirêjkirina zehmetiyên gelê Sûriyeyê vedike û dagirkeriyên li ser xaka Sûriyeyê di serî de dagirkeriya Tirk rewa dike."

(mh)

ANHA