7 endam bo Meclisa Yekitiya Kedkaran a Efrîn û Şehba hatin hilbijartin

Meclisa Yekitiya Kedkaran a Kantona Efrîn û Şehbayê di civîna xwe ya berfireh a 2ʹyemîn de 7 endamên xwe hilbijartin.

9 îlon, 2024   17:02
ŞEHBA

Yekitiya Kedkaran a Kantona Efrîn û Şehbayê bi diruşma ʹBi rêxistinkirina kedkaran em ê civakeke azad û demokratîk ava bikinʹ li hola kama Serdemê ya bajarokê Ehdasê civîna xwe ya berfireh a 2ʹyemîn li dar xist. Di civînê de endamên yekitiyê, deste û meclisên kantonê beşdar bûn.

Dîwanek ji hevserokên Yekitiya Kedkaran Şêrîn Hesen û Ebdullah Hesen, endama Hevserokatiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Şêrîn Behrî û endamê Meclisa Yekitiya Kedkaran Mihemed El Ehmed hat lidarxistin.

Dûre endamê TEV-DEMʹê Mesûd Hec Mihemed perspektîvên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê saziyên sivîl û rêxistinan de, pêşketin û rêbazên çareserkirina pirsgirêkan xwendin.

Her wiha rapora 2 salan a yekitiyê hat xwendin û 7 endam bo Meclisa Yekitiya Kedkaran hatin hilbijartin û ev in: Sîham Mihemed Guro, Semîr Tahir Dido, Kewser Mihemed Elo, Mihemed Ehmed Birîm, Mihemed Şêx Ehmed, Xalîde Hemoş, Rizgar Mihemed Hesen.

Civîn bi van encamnameyan bi dawî bû:

Zêdekirina xebat û çalakiyên ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan

Xebitîna li ser bilindkirina xebata Yekitiya Kedkaran.

Parastina mafên kedkaran di tevahî aliyan de di nav de tenduristî.

Divê hemû kedkaran cihê xwe di têkoşînê de bigirin û xurt bikin.

Xebitîna li ser avakirina sendoqa kedkaran.

(fr)

ANHA