Însiyatîfa Rêber Abdullah Ocalan serdana welatparêzên kevin dike

Însiyatîfa Azadiyê Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê dest bi serdana malbatên welatparêzên kevin kir. Malbatan li dijî sîstema îşkence û qirkirinê helwestên xwe nîşan dan.

Însiyatîfa Rêber Abdullah Ocalan serdana welatparêzên kevin dike
Însiyatîfa Rêber Abdullah Ocalan serdana welatparêzên kevin dike
Însiyatîfa Rêber Abdullah Ocalan serdana welatparêzên kevin dike
Însiyatîfa Rêber Abdullah Ocalan serdana welatparêzên kevin dike
Însiyatîfa Rêber Abdullah Ocalan serdana welatparêzên kevin dike
Însiyatîfa Rêber Abdullah Ocalan serdana welatparêzên kevin dike
Însiyatîfa Rêber Abdullah Ocalan serdana welatparêzên kevin dike
Însiyatîfa Rêber Abdullah Ocalan serdana welatparêzên kevin dike
Însiyatîfa Rêber Abdullah Ocalan serdana welatparêzên kevin dike
10 îlon 2024   18:34
QAMIŞLO

Di çarçoveya pêngava "Ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de, Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê, piştî serdanan partiyên siyasî, rûspiyên civaka Ereb, meclis û dêrên Ermenî, Suryanî û Asuriyan, îro dest bi serdana welatparêzên kevin li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Endamên insiyatîfê serdana malbatên li taxa Cûdî yên li bajarê Qamişlo kirin. Di civatên li gel malbatan re ji wan re rewşa sîstema îşkence û qirkirina li dijî Rêber Abdullah Ocalan şîrovekirin.

`HEVDÎTINA BI RÊBER OCALAN ŞENSEK BÛ`

Hediye Mûsa ku sala 1994`an li Lubnanê Rêber Abdullah Ocalan dîtiye, dîtina xwe jê re bi şensekê pênase kir û da zanîn ku hebûna ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji bo gel rêya azadiya xwe bibînin û ji bo çareserkirina pirsgirêkên cîhanê derfeteke.

Di berdewamiya axaftina xwe de Hediya Mûsa ev tişt anî ziman: “Em çi bikin jî em deyndarê Rêber Apo ne, ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çi ji me were xwestin bê dudilî em ê pêk bînin.”

Ebdilwahid Ebdo Mûsa ku di 1993`an de li Lubnanê bi Rêber Abdullah Ocalan hevdîtin pêk aniye bal kişand ser sîstema îşkence û qirkirinê û got: “Îşkenceya ku dewleta Tirk li dijî Rêbertî dimeşîne, îşkenceya li ser tevahî mirovahiyê ye. Azadiya fizîkî ya Rêbertî azadiya hemû kesên bindest û gelê di cîhanê de ye.”

Ebdilbaqî Osê ku ew jî di sala 1995`an de Rêber Abdullah Ocalan li Şamê dîtiye, da xuyakirin Rêber Abdullah Ocalan ku ew ê dest ji xeta ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo wan daye bernedin.

Endamên Înîsiyatîfê di serdanên xwe de birûşurên "Jiyana Rêber Abdullah Ocalan" û xêzeromana ku jiyana Rêber Abdullah Ocalan vedibêje ya bi navê “Azadî wê bi ser keve” diyarî malbatan kirin.

Sibe jî inîsiyatîfa serdanên xwe ji bo malbatan didomîne.

(sş)

ANHA