Di êrişekê de 3 îsraîlî hatin kuştin

Di êrişeke çekdarî ku li nêzî deriyê sînorî yê navbera Dîfa Xerbiye û Urdunê de hatibû kirin de 3 îsraîlî hatin kuştin.

Di êrişekê de 3 îsraîlî hatin kuştin
8 îlon 2024   12:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku li nêzî deriyê sînor ê di navbera Dîfa Xerbiye û Urdunê de, kesekî bi guleyan êriş kiriye.

Li gorî saziya destwerdana lezgîn a Îsraîlê di encama gulebaranê de 3 Îsraîliyan jiyana xwe ji dest da.

Artêşa Îsraîlê destnîşan kir ku êrişker hatiye kuştin, lê agahiyên dîtir der barê bûyerê de parve nekirin.

Dezgehên çapemeniyê yên xwecih ku agahiyên xwe ji rayedarekî  îsraîlî wergirtine, aşkera kir êriş ji aliyê ajokarekî urdunî ve hatiye kirin.

Tora El Erebiye El Hedes jî ragihand ku ajokar ji Urdunê ye û artêşa Îsraîlê piştî bûyerê derî bi temamî girtiye.

(şx)