Ciwanên enternasyonalîst banga tevlîbûna Meşa Dirêj kirin

Ciwanên enternasyonalîst ên hilkişiyan Alpên Swîsreyê, ji bo Meşa Dirêj a ku wê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan were lidarxistin, banga tevlîbûnê kirin.

Ciwanên enternasyonalîst banga tevlîbûna Meşa Dirêj kirin
10 îlon 2024   15:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Ciwanên enternasyonalîst ên hilkişiyan Alpên Swîsreyê, ji bo tevlîbûna Meşa Dirêj bang kirin ku meş wê li eyaleta Nordrheîn Westfalen (NRW) ya Almanyayê di navbera 15-22’yê Îlonê de ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan were lidarxistin. 

Di daxuyaniyê de ev peyam hatin dayîn:

‘’Weke ciwanan li seranserê cîhan tişta ku em dîbînin, cihana di nava kaoseke mezin de ye. Şerê ku navendê wê li Rojhilata Navîn e, ne şerekî wisa ye ku bi tenê di navbera dewletan de derbas dibe. Şerekî wisa ye ku li dijî civakê ye jî. Em dikarin vê yekê di sedan îdamên li dijî ciwan û aktîvîstên li Îranê de, di polîtîkaya qirkirinê de ya li dijî gelê Kurdistanê yê li hemberî faşîzm û dagirkeriyê li ber xwe dide û di deman demê de di polîtîkayên qirkirinê yên li dijî gelê Filîstînê de bibînin. Ev şerê ku niha belav bûye gelek deverên cîhanê, her ku diçê bêrehmtir dibe. Her wiha êrîşên kapîtalîzmê yên li dijî ciwanan her ku diçe zêdetir dibin û dixwazin hêza ciwanan ya demokratîk û şoreşger ji holê rakin. Lê belê di heman demê de em di wê baweriyê de ne ku em ê di vê kaosa mezin de rêyên vejînê peyda bikin. Ji bo vê yekê em vê derfetê di azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de dibînin. Em vê derfetê ji Pirsa Kurd re çareseriya demokratîk û ji Rojhilata Navîn re çareseriya aştiyane dibînin.

‘DIVÊ LI DIJÎ DEWLETA TIRK HELWESTEKE DIYAR WERE NÎŞANDAN’

Li dijî rejîmên faşîst yên weke dewleta Tirk nîşandana helwesteke diyar tê wateya rizgarkirina jinan û hemû civakê ya ji feraseta dewletparêz û baviksalarî. Her wiha tê wateya têkoşîna ji bo fikra hevsengiya ekolojiyeke nû. Girêdayî vê yekê em weke ciwanên Fransa û Îtalyayê bang li her kesî dikin ku tevlî Meşa Dirêj ya ku wê di navbera 15-22’yê Îlonê de li Elmanyayê ji aliyê Kurd û enternasyonalîstan ve were lidarxistin,  bibin! Em ciwanên ku li Kurdistanê li dijî faşîzmê şer dikin. silav dikin! Em xwendekarên ku li Bangledeşê li dijî zextê têdikoşin, silav dikin! Em ciwanên ku li seranserê cîhanê li dijî baviksalarî, mêtingehkariyê û ji bo demakrasî û azadiyê têdikoşin, silav dikin! Her wiha em têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya tevî şert û mercên tecrîda giran jî dimeşîne, silav dikin û bi vî rûhî dibêjin ku me bi ciwantî dest pê kir û em ê bi ciwantî ser bikevin.