Ji Hêzên Rizgariya Efrînê Bahoza Tolhildanê 8 dagirker hate kuştin
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Rizgariya Efrînê HRE`yê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di encama çalakyên bersivdayînê de 8 dagirker hate kuştin, kamerayên çavdêriyê, mobese, mewzî û çeperên dagirkerina hatine îmhakirin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê diyar kir ku 26`ê Tebaxê, 2`yê Îlonê û 7`ê Îlonê li dijî dagirkeran çalakiyên bi bandor li dar xistine û di encamê de 8 dagirker hate kuştin, kamerayên çavdêriyê, mobese, mewzî û çeperên dagirkerina hatine îmhakirin.
Daxuyanî wiha ye:
Di 26'ê Tebaxê de li xeta Ezazê di çalakiya sekvanî de çeteyek dagirker hate kuştin.
2'ê Îlonê jî li xeta Ezazê 2 çalakiyên sekvanî hate lidarxistin di encamê de 2 çeteyên dagirker hatin kuştin.
Di 7'ê Îlonê de hêzên me li navçeya Şera li xeta Enabkê û Meyremînê çalakiyekî serdegirtinê li hemberê komekî çeteyên dagirker lidar dixin. Komên çeteyên dagirker ji ber tirsa hêzên me derdora xwe ji berê de bi têlên almanî bi cih kirine lê hêzên me carekî din jî dikevin nava kon û çeperên wan bi awayekî bi bandor lê dixin. Çeteyên dagirker yên liwir bi temamî tên cezakirin.
Di vê çalakiya de jî kamerayên çavderî, Mobese, Mevzî û hemû çeperên hatine îmhakirin.
Di encama vê çalakiya de 5 çeteyên dagirker hatin kuştin. Di heman demê de jî 2 çekên AK-47 tevî rext û cebilxane tê desterkirin.”
(şx)