MSDʹê li ser têgeha nenavendîbûnê altolyeyek li dar xistin

MSD'ê li ser "Têgeha nenavendîbûnê ji dema avabûna dewleta Sûriyeyê ve" li bajarê Reqayê atolyeyek li dar xist. Beşdaran diyar kir ku pêwistiya Sûriyeyê bi pergala nenavendiyê heye.

9 îlon, 2024   17:30
REQA

Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li ser "Têgeha nenavendîbûnê ji dema avabûna dewleta Sûriyeyê ve" li bajarê Reqayê atolyeyek li dar xist.

Atolye li hola civînan a avahiya MSD'ê ya bajarê Reqayê hat organîzekirin. Tê de endamên MSD'ê, mafnas, partiyên siyasî, rûspiyên eşîran û rewşenbîr beşdar bûn.

Di serî de hevserokê Yekitiya Parêzeran a kantona Reqayê Enwer El Esir li ser têgeha nenavendîbûnê axivî.

El Esir got: "Piştî serxwebûna Sûriyeyê, di 1947'an de, hilbijartin hatin lidarxistin û destûra di 1930'an de hatibû derxistin hat guhartin, her wiha gelek derbên leşkerî pêk hatin ku bi her yekê re jî destûreke taybet dihat sazkirin. Dûre, di 1973'yan de bi seroketiya Hafiz Esed destûr hat sazkirin û heta 2012'an dihat bikaranîn. Ev destûr a herî demdirêj bû."

El Esir diyar kir ku di destûra 2012'an de meşa ber bi nenavendiyê ve li gorî destûra 1973'yan hebû. Ji 1920'an ve ew cara yekemîn bû ku peyva nenavendiyê di destûrê de tê bikaranîn. Lê belê piştî ku nenavendî hat sînordarkirin, ew êdî bê wate ma."

El Esir destnîşan kir ku Hevpeymana Civakî jî wek destûra Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ku mafên hemû pêkhateyan tê de parastî ne û got: "Dema ku destûr were rastkirin û demokrasîkirin, divê nenavendî jî di ber çavan re were derbaskirin."

Piştre hevserokê Meclisa Rêveber a kantonê Meşleb El Turkan diyar kir ku bi rêya Hevpeymana Civakî û pergala nenavendî jiyana siyasî, civakî û aborî ya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê rêxistinkirin û temsîla îradeya wan tê kirin.

Şêwirmenda Nivîsgeha Têkiliyan a MSD'ê Debiye Nasir destnîşan kir ku MSD'ê diyar dike ku pêkanîna pergala nenavendîbûnê li herêmê pir girîng e.

Rûspiyê eşîra El Bo Xemîs, şêx Hisên El Raşid got: "Pêwistiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi nenavendiyê heye."

Piştre Enwer El Esir li pirsên beşdaran guhdarî kir û bersiva wan da û got: "Em nenavendiyê li herêma xwe bi rêya Sûriyeya pirreng, demokratîk û nenvendî pêk tînin ku tê de tevahî gelên Sûriyeyê bi awayekî hevbeş dijîn."

(mh)