Lubnanê penaber ji 3 bajarokan derxistin

Hêzên ewlehiyê yên dewleta Lubnanê penaberên ji Sûriyeyê ji 3 bajarokan derxistin.

Lubnanê penaber ji 3 bajarokan derxistin
9 îlon 2024   11:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa National News a Lubnanê (NNA) ragihand ku hêzên ewlehiyê yên dewleta Lubnanê bajarokên Raşana, Nîha û Kefûr El Erebî ji penaberên Sûriyeyê vala kirine.

Ajansê diyar kir ku hêzên ewlehiyê beriya valakirinê hişyarî dabû penaberan.

Li gorî ajansê, sedema derxistinê ew e ku penaber bi awayekî nerewa li van bajarokan bi cih bûne û milkên taybet ên lubnaniyan bi kar anîne.

(bb)