Ê ku cenazeyê Narîn Guran xistibû çemê hat girtin

Nevzat Bahtiyarê ê ku got wî cenazeyê Narîn Guranê xistiye çem, hat girtin.

Ê ku cenazeyê Narîn Guran xistibû çemê hat girtin
10 îlon 2024   23:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Îfadeya Nevzat Bahtiyar a li Edliyeya Amedê temam bû. Di îfadeya xwe de diyar kir ku wî cenazeyê Narîn Guran a 8 salî di 21’ê Tebaxê de ku li taxa bejahî ya Çulî yanavçeya Rezan a Amedê winda bûbû, biriye çemê Egertutmaz ê du kîlometre dûrî gund e.

Bahtiyar piştî îfadeya dozgeriyê ku nêzî 5 saet berdewam kir, bi sûcê "kuştina bi qesdî ya zarokekê" bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezaya Sulh hate kirin.

Dadgerî di çarçoveya heman sûcî de biryara girtina Nevzat Bahtiyar da.

Her wiha Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê xwişka Narîn Guran, Tulîn Guran a di sala 2019’an de jiyana xwe ji dest daye lêpirsîn da destpêkirin.